Bakterî - Wîkîpediya
Here naverokê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneyê bakteriyên E.coli 10000 car hatî mezinkirin.
Bakterî
(bi latînî: yekjimar;
bacterium
, pirjimar;
bacteria
) zîndewerên tekxaneyî yên prokaryotî ne.
Hemû
corên
bakteriyan zîndewrên tekxaneyî ne û
navik
endamokên
bi parzûn pêçayî lixwe nagirin, loma di nav prokaryotan de cih digirin. Li gel jorecîhana bakteriyan, hemû endamên jorecîhana
arkeayan
jî ji xaneyek prokaryotî pêk tên. Ango hemû zîndewerên bi xaneya prokaryotî, tekxaneyî ne.
Li seranserê dinyayê de zîndewerê bi hejmara herî zêde, bakterî ne. Bakterî hema di hemû habîtatên jîngehan de dikarin bijîn. Kapasîteya metabolîzmayê di nav endamên jorecîhana bakteriyan de cihêreng e û bakterî dikarin hema hemû awêteyên endamî û hin awêteyên neendamî wekî çavkaniya xurekê bi kar bînin.
Hin bakterî hokarên nexweşiyê ne, gava mirov,
ajal
an jî riwek tûşê van bakteriyan dibin, bi nexweşiyê dikevin. Lê piraniya bakteriyan xeternak nîn in û ji ber zîndeçalakiyên wan ên di jîngehê de, ji bo zîndewerên din jî derfetên jiyanê ava dibe.Hinek bakterî jî bi zîndewerk din re (ajal, riwek an jî karok) jîyanek hevbeş ava dikin, ko wekî sîmbiyosîs tê navkirin. Heke bakterî nebûna, di jîngehê de têkşikestin û hilweşîna awêteyên endamî, pir hêdî rû dida. Bakterî paşmayiyên riwek û ajalan dubare digerînin. Wekî mînak, dubaregerîna nîtrojen û karbonê. Hinek bakterî ji bo çêkirina
xurek
, hin madeyên kîmyayî û dijezîndeyî (antîbiyotîk) tên bikaranîn.
Peyva bakteriyê ji peyva grekî ya “bakterion” çêbûyê. Wateya bakterion, “gapolê piçûk” e. Ji ber ko cara pêşîn di bin mîkroskobê de bakteriyên bi şêweyî çîlkeyî hatine dîtin, ev nav li wan kirine.
Beşa mîkrobiyolojiyê ya li ser bakterî û têkiliyên wan ên bi bijîşkiyê, pîşesaziyê û çandiniyê re mijûl dibe, wekî bakterîzanî (bi înglîzî:
bacteriology
) tê navkirin.
Zanyarên ko di warê bakterîzaniyê de xebat dikin, wekî bakterîzan (bi înglîzî:
bacteriologist
) tên navkirin.
Escherichia coli
, wekî bakteriya model ji bo xebatên zanistiyê
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
E.coli
bakteriyek Gram negatîv e, bi şêweyî çîlkeyî ye û 5 heta 10 qamçîyên wê hene.
Bijîşk û zanyarê alman Theodor Escherich, di sala 1884ê de gava li ser bandora bakteriyan a li ser herisa xurekan û nexweşiyên
coga herisê
de xebat dikir, bakteriyek ko gelek bi lez
dabeş
dibû dît û navê
Bacterium coli commune
lê kir.
Lê ji ber ko bakterî ji aliyê wî ve hatibû keşifkirin, paşnavê wî dan bakteriyê û bakterî wekî
Escherichia coli
E.coli
) hat navkirin.
Bakteriya ko herî zêde li ser wê xebat hatine kirin û pêkhateya wê baş hatiye femkirin,
Escherichia coli
ye. Di piraniya taqiyên girîng ên wekî
derbirînan genan
û çêkirina
proteînan
de, di xebatên teknolojîya dubarepêkhatina ADN-yê (bi înglîzî:
recombinant DNA technology
) de, wekî zîndewera model ev bakterî hatine bikaranîn.
E.coli
bakteriyek Gram negatîv e, bi şêweyî çîlkeyî ye û 5 heta 10 qamçîyên wê hene. Genoma
E.coli
li gor zîndewerên din piçûk e û ji 4500 heta 5500 cotên bazan pêk tê (genoma mirov bi qasî 3 mîlyar coten baz lixwe digire). Habîtata
E.coli
rûviyên ajalên xwîngerm (memikdar û balînde) e.
E.coli
zîndewerê hilbijêrî nehewayî ye (bi înglîzî:
facultative anaerobic
), loma
E.coli
dikare di hawirdora bêoksîjenî de jî bijî û geşe bibe.
Gelek guhertoyên (bi înglîzî:
variant-strain
E.coli
hene. Guhertoyên ko di laboratuvaran de ji bo xebatên zanistî tên bikaranîn, bakteriyên patojen nin in. Piraniya
E.coli
yan bêzirar in û ziyanbexş nin in, lê hin guhertoyên
E.coli
di rûviyan de dibin sedema nexweşiyên corbicor.
Hawirdora ko karbon û çavkaniya enerjiyê ya wekî glukoz û hin xweyên neendamî lixwe digire, wekî hawira mînîmal tê navkirin.
E.coli
dikare hemû enzîmên ji bo çêkirina asîdên amînî û nukleotîdan kod bike. Loma
E.coli
dikare di hawirek mînîmal de bijî, ji hinek awêteyên bingehîn ên hawirdorê, hemû awêteyên endamî berhem bike. Di hawira mînîmal de
E.coli
serê saetê carek dabeş dibe, ango di rojê de hejmara xwe 24 car duqat dike. Ango hejmara bakteriyek dibe 224 bakterî. Di hawirek bi karbohîdrat û asîdên amînî ve dewlemend de
E.coli
dikare her 20 xulekê de dabeş bibe. Ango saetek de sê caran dabeş dibe û hejmara bakteriyek dibe 8 bakterî (23= 8) û di rojek de 72 car hejmara xwe duqat dike (272). Heke
E.coli
du rojan di hawirek dewlemend de bêsinor dabeş biba, giraniya bakteriyan hema dibû bi qasî giraniya dinyayê.
Yek taybetmendiyek
E.coli
jî ev ko, ev bakterî di laboratuvaran de bi hêsanî tên çandin. Hemû bakterî di laboratuvaran de bi çandinê pir nabin. Di hawirek destkarî de, di demek kurt de pirbûna
E.coli
, yek ji sedemên serkî ye ko zanyar van bakteriyan di xebatên xwe de bi kar tînin.
Şêweyê bakteriyan
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Bi gelemperî piraniya bakteriyan yek ji sê şêweyan in; gogî, çîlkeyî an jî lûlpêçî.
Bi gelemperî piraniya bakteriyan yek ji sê şêweyan in; gogî (bi înglîzî:
spherical
coccus
)), çîlkeyî (bi înglîzî:
rodlike (bacillus)
) an jî lûlpêçî (bi înglîzî:
spiral-shaped (spirillum)
). Qebareya bakteriyek asayî, wekî mînak, ya bakteriya bi şeweyê çîlkeyî ya
Escherichia coli
, bi dirêjiya 2 mîkrometre (μm) û bi berayî ya 0.5 μm ye. (mîkron ji metreyê mîlyon car piçûktir e). Xaneya bi şêweyî gogî ya bakteriya
Staphylococcus aureus
bi tîreya 1 μm ye. Hin bakterî piçek gir in. Wekî mînak, tîreya bakteriya
Azotobacter
dibe ko 5 μm an jî zêdetir be. Hin bakterî jî ewqas gir in ko mirov dikare bi çavên tazî bibîne. Wekî mînak, bakteriya
Thiomargarita magnifica
bi berayiya 700 μm û bi dirêjiya 1 cm ye.
Pêkhateya xaneya bakteriyan
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Gotara bingehîn:
Pêkhateya xaneya bakteriyan
Parzûna xaneyê
, sîtoplazma,
rîbozom
û yek an jî zêdetir
kromozom
ji bo zîndeçalakiyên bakteriyê pêwîst in û di hemû cor bakteriyan de hene. Herçiqas di xaneya piraniya bakteriyan de dîwarê xaneyê hebe jî, lê di hin bakteriyan de diwarê xaneyê tune. Wekî mînak di bakteriyên liqa
Mycoplasmatota
de diwarê xaneyê tune.
Parzûna Xaneyê ji du çînên fosfolîpîd û proteînên parzûnê pêk tê. Parzûn, xaneyê dipêçîne û xaneyê ji hawirdorê cihê dike. Navbera hawirdor û xaneyê de alûgorkirina madeyan kontrol dike.
Rîbozomên bakteriyan jî wekî mîna rîbozomên navikrasteqînan, ji proteîn û ARN-ya rîbozomî pêk tên, lê pêkhateya rîbozomên bakteriyan ji yên êkaryotan cuda ye. Di bakteriyan de hemû rîbozom di nav sîtoplazmayê de serbest in û wekî rîbozomên 70S tên navkirin. Binebeşa mezin a rîbozomê 50S, a piçûk jî 30S e.
Binebeşa piçûk a rîbozomê ji ARN-rîbozomî ya 16S û 19 proteînan pêk tê.
10
Genoma bakteriyê ji
ADN
-ya kromozom (bi înglîzî:
chromosome DNA
) û ADN-ya plazmîd (bi înglîzî:
plasmid DNA
) pêk tê. Kromozoma bakteriyê bi eslê xwe molekulek bazinî ya ji ADN-ya cotşerîdî ye. Bi gelemperî di bakteriyê de yek kromozom cih digire, lê di hin bakteriyan de genom ji çendan kromozoman pêk tê. Wekî mînak bakteriya
Brucella
Vibrio cholerae
, ne yek lê çendan kromozom lixwe digirin. Herwiha di hinek corên bakteriyan de jî kromozom ne bi şêweyê bazineyî lê bi şêweyê xêzî ne. Wekî mînak, kromozomên
Borrelia burgdorferi
Agrobacterium tumefaciens
, kromozomên xêzî ne.
11
Di nav sîtoplazmaya xaneya bakteriyê de beşa ko kromozoma bakteriyê cih digire, wekî nukleoîd tê navkirin.
Di piraniya bakteriyan de parzûna xaneyê bi dîwarê xaneyê ve pêçayî ye.
Plazmîd parçeyek ADN-yê ye û di sîtoplazmayê de bi awayekî serbest cih digire. Di piraniya bakteriyan de plazmîd heye. Plazmîd, beyî ko ji aliyê kromozoma bakteriyê ve were kontrolkirin, dikare bi tena serê xwe duhende bibe.
12
Di plazmîda bakteriyê de hin genên plazmîdê, bakteriyê ji madeyên jehravî diparêzin, hin
gen
jî ji bo bêbandorkirina dermanên dijezîndeyî (dijebakterî) kar dikin.
Di piraniya bakteriyan de parzûna xaneyê bi dîwarê xaneyê ve pêçayî ye. Beşa sereke ya dîwarê xaneyên bakteriyan re tê gotin peptidoglîkan (an jî mureîn). Petîdoglîkan tenê di bakteriyan de tê dîtin. Peptîdoglîkan pêkhateyek aloz e û ji zincîrên du cor şekirên neasayî (şekirên amînî) û tetrapeptîd an jî pentapeptîdan pêk tê. Zincîrên polîsakkarîd (şekir) û olîgopeptîd bi awayekî çeprastî bi hev re girêdayî ne û wekî qefesek, parzûna xaneyê ji aliyê derve dipêçin.
13
Li gor stûriya çîna peptîdoglîkanên dîwarê, bakterî di nav du beşan de tên polenkirin; bakteriyên Gram pozîtîv û bakteriyên Gram negatîv. Stûriya dîwarê xaneyê di bakteriyên Gram pozîtîv de gelek zêde ye û madeya serekî ya dîwarê jî peptîdoglîkan e. Dîwarê xaneyên Gram negatîv ji du çînan pêk tê; çînek tenik a peptîdoglîkan û çîna stûr a derveyî. Çîna derveyî dişibe parzûna xaneyê, lê polîsakkarîdên bi çewrî ve girêdayî lixwe digire ko wekî lîpopolîsakkarîd (bi înglîzî:
lipopolysaccharide
) tên navkirin.
14
Qamçî, pîlus, gendemû, qepsul, çîna lîncî, înkluzyon,
peykerê xaneyê
endospor
tenê di hin bakteriyan de hene, ango evana ji bo hemû bakteriyan pêkhateyên hevbeş nîn in.
15
Di xaneya bakteriyê de
endamokên
wekî
mîtokondrî
lîzozom
kloroplast
hwd ên bi parzûn pêçayî tinin.Di hinek bakteriyan de ji bo xwepêvegirêdanê bi rûxarek ve, pêkhateyên bi navê gendemû (bi îngîlîzî:
fimbriae
) tên bikaranîn.
16
Gendemû, ne yek û du, lê bi gelek hejmaran in û hema ji hemû rûyên xaneyê ve ber bi derve wekî mîna borîkeyên pir zirav dirêj dibin. Tayên gendemûyê ji proteîna pîlî pêk tên. Di serê gendemûyan de ji bo hêsankirina girêdanê, pêkhateyek nûsek heye. Ev beşa nûsek bakteriyê bi rûxarek ve an jî bi xaneyek ve girê didin. Di hin çavkaniyan de ji bo gendemûyê peyva “pîlusên kurt” jî tê bikaranîn.
Hinek bakterî dema
konjugasyonê
(bi înglîzî:
conjugation
) de ji bo guhaztina plazmîdan, pêkhateyên bi navê pîlus (bi înglîzî: yekjimar;
pilus
, pirjimar;
pili
) bi kar tînin. Pîlus pêkhateyêk mîna borî ye, ji proteîna pîlînê pêk tê. Pîlus ji aliyê parzûna xaneyê ve tê çêkirin. Bi navbeynkariya pîlusan di navbera sîtoplazmayên du bakteriyan de girêdan ava dibe ko madeyên bomaweyî, di nav pîlusê de, ji xaneyek derbasî xaneya din bibin.
17
Pîlus jî mîna gendemûyan ji parzûna xaneyê dirêjê derve dibin û girêdana xaneyê bi rûxarek an jî bi xaneyek din ve rêk dixin. Lê pîlus ji gendemûyan dirêjtir in û hejmara wan jî ji ya gendemûyan gellek kêmtir e.
Pêkhateya qemçiyê
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Qamçî (bi înglîzî:
flagellum
) rîşalek mîna tayê por e û di dîwarê xaneyê de bi kompleksa motora proteîn ve girêdayî ye. Bakterî qamçiyê bi şeweyî xûleyî (çerxî) badidê û cih diguhere. Di hin bakteriyan de yek qamçî heye, lê dibe ko di hinek bakteriyan de zêdetir qamçî hebin.
Qamçî pêkhateyek aloz e, bi qasî 30 parçeyên proteînan lixwe digire û di sê beşên serekî de tê dabeşkirin: rîşal (bi înglîzî:
filament
), qulp (bi înglîzî:
hook
) û tenê binçîne (bi înglîzî:
basal body
Rîşala dirêj û lûlpêçî bi navbeynkariya qulpê bi tenê binçîneyê ve girêdayî ye. Rîşal ji proteîna flagellîn (FliC) û qulp jî ji proteîna qulpê (FlgE) pêk tên. Her rîşalek hema bi qasî 30000 binebeşên flegellînê lixwe digire û bi qasî 15 μm dirêj dibe. Gava motora tenê binçîneyê dizivire, rîşala lûlpêç, mîna perwaneyek dizivire. Pêkhateya qulpê bi qasî 130 binebeşên FlgE lixwe digire. Dirêjiya qulpê bi qasî 55 nm ye. Qulp hêza badanê (tork) ya ji aliyê tenê binçîne ve hatiye çêkirin, digihîne rîşala qamçiyê.
18
Tenê binçîne motorek lixwe digire. Enerjiya bo zivirîna motorê, di parzûna xaneyê de ji hêza handerê îyonan (bi înglîzî:
ion motive force
) tê bidestxistin.
19
Zivira motora tenê binçîneyê dualî ye (zivira arasteya saetê û zivira pêçewaneyê arasteya saetê). Motor li gor rewşê arsteya xwe diguherîne, gava zivira motorê pêçewaneyê arasteya saetê be, bakterî ber bi pêş ve cih diguhere.
Rêzbûna qamçiyê di xaneyê de
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di hin bakteriyan de yek qamçî heye, lê dibe ko di hinek bakteriyan de zêdetir qamçî hebin.
Bakterî li gor hejmar û cihê qamçiyê, di çar beşan de tên polenkirin.
20
A. Monotrîkus (di yewnanî de;
monotrichous -
“mono” tek” û “trichous” mû (tayê porê)): di bakteriyê de ji bo livînê yek qamçiyek heye.
B.
Lofotrîkus
(lophotrichous) (di yewnanî de “lopho” gurz û “trichous” mû ) ne yek lê gurzek qamçî di beşek bakteriyê de derdikevin.
C. Amfîtrîkus (
amphitrichous
): (di yewnanî de “amphi” herdu, “trichous” mû), li herdu serên (aliyên) bakteriyê de qamçiyek heye.
D. Perîtrîkus (peritrichous) (di yewnanî de “peri” derdor û “trichous” mû ye) li her aliyê rûyê xaneya bakteriyê de qamçî dirêj dibin.
Peykerê xaneyê
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Peykerê xaneyê proteînên taybet in ko kar dikin bo parastina şiklê xaneyê, dabeşbûna xaneyê û hevgirtina dîwarê xaneyê. Peykerê xaneyê ji sê cor proteînan pêk tê; FtsZ, MreB û krîssentîn.
FtsZ (bi înglîzî:
filamentation temperature-sensitive protein Z
) proteînek homologê proteîna tubîlînê ya peykerê xaneya êkaryotî ye. Di dema dabeşbûna xaneya bakteriyê de FtsZ di naverasta xaneyê de xelekek çêdike. Proteînên din ber bi xelekê ve dikişîne ko bi dabeşbûna xaneyê, di navbera herdu xaneyên nû da navbirek were çêkirin.
MreB, homologê proteîna aktînê ya peykerê xaneyê êkaryotî ye, di bakteriyên bi şêweyî çîlkeyî û lûleyî de hene. Şêweyê (şiklê) xaneyê ji ber hebûna proteîna MreB peyda dibe. MreB di nav sîtoplazmayê de bi awayekî lûlpêçî xuya dibe. Proteîna MreB bandor li ser çêkirina peptîdoglîkanê dike ko şiklê xaneyê neguhere û xane bi şeweyî gogî nebe.
Krîssentîn (bi înglîzî:
crescentin
) homologê proteînên lamîn û keratîn ên xaneyên êkaryotî ye û di xaneyên bi şêweyî lûleyî de heye. Di nav xaneyê de bi dirêjkî cih digire, xaneyê diçemîne û şêweyî dawî ya xaneyê diyar dike.
Livîn û cihguhertin di bakteriyan de
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Zîndewer li hember hişyarker, mesaj an jî gefên ji hawirdorê bertek nîşan didin, bi gelemperî berteka wan, livîn û cihguhertin e. Livîn yek ji taybetmendiyên serekî yên zîndeweran e. Bakterî jî dilivin û herwisa cih jî diguherin. Ji bo xwarinê, bakterî ber bi xurekê dilivin. Pêdiviya bakteriyên fotosentezî bi ronahiyê heye, loma hertim ber bi cihê ronî ve cih diguherin. Bakteriyên bi karlêkên bahenaseyê ATP bi dest dixin, ber bi cihê têroksîjenî ve cih diguherin. Ji ber gefên ji hawirdorê jî bakterî cih diguherin û xwe ji rewşa xeternak dûr dixin.
Bakterî ji bo cihguhertinê, bi çendan corên livê dilivin. Liva bi qamçî, cora livîna serekî ye di nav bakteriyan de. Li gel qamçiyê, hin bakterî jî pêkhateyên din jî ji bo cihguhertinê bi kar tînin, wekî mînak, hin bakterî bi pîlusan dilivin. Pîlus ji qamçiyê kurtir, ziravtir in û gelek in.
Livîna bi awayî avjenî
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Bi livîna xûleyî ya qamçiyê, bakterî dilive û bi avjeniyê cih diguhere. Dema avjenîkirina bakteriyê de, protonên li derveyî parzûna xaneyê de hatine komkirin, di kunikan (bi înglîzî:
pores
) de diherikin nav proteînên Mot (bi înglîzî:
Mot proteins
) û bandor li bargeya proteînên xelekê (bi înglîzî:
ring
proteins
) dikin. Ji ber bandora protonan, tenê binçîne dizivire û rîşala qamçiyê jî bi wê re dizivire. Zivira rîşalê di xulekeke de 200 heta 1000 ger rû dide ( 200-1000 rpm). Ji ber zivira qamçiyê, bakterî di çîrkeyek de bi qasî dirêjiya 60 xaneyê, cih diguhere (leza bakteriyê = dirêjiya 60 xaneya bakteriyê/çîrke) ev lez gelek zêde ye, wekî mînak, leza herî zêde ya çîtayê (bi înglîzî:
cheetah
) di çîrkeyeke de dirêjiya 25 laş e (leza çîtayê= dirêjiya 25 çita/çîrke).
Livîna bi awayî xijbûnê
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di livîna xijbûnê de (bi înglîzî:
gliding motility
) pêdivî bi qamçiyê tune. Wekî mînak, hin corên bakteriyên bi şêweyî çîlkeyî bi vî awayî cih diguherin. Bakterî li ser rûxareki req de ye û lîncemade derdide, xwe li ser rûxarê req de di nav lîncemadeyê de xij dike. Bakteriyên di hawirdora kêmav de dijîn bi gelemperî bi vî awayî cih diguherin. Wekî mînak, bakteriya bi navê Myxococcus xanthus bi xijbûnê cih diguhere.
21
Livîna lûlpêçî
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Hin bakteriyên bi şêweyî lûlpêçî, yên wekî spîroçîtes (
Spirochetes
) tên zanîn, ji ber şikl û qamçiyên wan ên needetî, bi livîna bi şêweyî tîrbuşon (bi înglîzî:
corkscrew motility
) cih diguherin. Di van bakteriyên Gram negatîv de, qamçî di binê parzûna derve de (perîplazma) dirêj dibe, ango qamçî di nav dîwarê xaneyê de ye. Gava ev qamçî dizivire, xane ya bakteriyê tê badan. Livîna lûlpêçî, bi taybetî di nav şilemeniyên tîr de hê pirtir bibandor e.
Kîmotaksîs
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Bakterî dikarin guherînên li hawirdora xwe hest bikin û bi cihguherînê bertek nîşan bidin.Di bakteriyan de li ser parzûna xaneyê de wergirên proteînî hene û wekî kîmîkewergir tên navkirin.
22
Kîmîkewergir taybet in ji bo molekulên diyarkirî. Gava molekulek bi kîmîkewergirek ve tê girêdan, bakterî ji molekulê agahdar dibe. Her wiha bakterî dikare xestiya molekulê jî tesbît bike ko arasteya livîna xwe rêk bixe.
Ji ber kartêkirên hawirdorê, cihguhertina bakteriyê wekî taksîs tê navkirin. Heke cihguhertin ji ber kartêkirek kîmyayî be, wekî kîmotaksîs (bi înglîzî:
chemotaxis
) tê navkirin. Heke arasteya cih guherînê ber bi hişyarkerê (kartêkir) be, wekî “kîmotaksîsa pozîtîv” tê navkirin. Heke cihguherîna zîndewerê pêçewaneyê arasteya hişyarkerê be, ango heke zîndewer hewl bide ko xwe ji kartêkirê dûr bixe, vê gavê ev cihguherin wekî “kîmotaksîsa negatîv” tê navkirin. Bakterî bi gelemperî bi livîna kîmotaksîsa pozîtîv, ber bi xurekê, an jî oksîjenê cih diguherînin. Herwiha bakterî bi kîmotaksîsa negatîv, xwe ji madeyên jehrî dûr dixin.
Cihguhertina bakteriyê ya ji ber kartêkiria ronahiyê, wekî fototaksîs (bi înglîzî:
phototaxis
) tê navkirin. Bakteriyên fotosentezî, ji bo karlêkên fotosentezê, ber bi cihê ronî ve cih diguherin, loma ev cihguhertin fototaksîsîsa pozîtîve e (bi înglîzî:
positive phototaxis
).
Habîtata bakteriyan
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Cih an jî hawirdora ko zindewereke diyarkirî bi asayî tê de dijî, wekî habîtata wê zîndewerê tê navkirin.
23
Di hemû habîtatan de yek ji endamên herî girîng ê habîtatê, bakterî ne. Bakterî li ser rûyê erdê hema di hemû cihan de dijîn. Bakterî li her derê ne. Di nav germavan de, di nav cemedên cemseran de, li serê çiyan de, li binê okyanusan de, di nav axa daristanan de, di atmosferê de, di laşê ajal û riwekan de bakterî hene. Di be ko hin caran bakterî ji bo wê habîtatê sûdbexş be, lê dibe ko hin bakterî jî ji bo habîtatê ziyanbexş bin.
Bakterî dikarin hemû madeyên endamî û hinek madeyên neendamî hilweşînîn.
Bi vî awayî endamên din ên habîtatê, wekî mînak, riwek û ajal, van madeyên hilweşiyayî ji bo zîndeçalakiyên xwe dubare bi kar tînin. Wekî minak, di demsala payîzê de piraniya daran, pelên xwe diweşînin, bakterî û karok wan pelan wekî çavkaniya xurekê bi kar tînin. Bakterî pelan hildiweşînin û ji bo karlêkên metabolî bi kar tînin, paşmayiyên ji hilweşandina pelan jî, tevlê axê dibe. Bi vî awayî ax ji aliyê madeyên endamî û neendamî ve dewlementir dibe. Riwek madeyên nav axê bi regên xwe digirin û ji bo geşebûnê bi kar tînin. Bakteriyên berhemhên (bi înglîzî:
producers
) xurekên xwe bi karlêkên fotosentez an jî kîmosentezê ji madeyên neendamî berhem dikin. Her wiha ji bo berhemhênan, peyva xwejîn (bi înglîzî:
autotrophs
) jî tê bikaranîn. Bakteriyên xwejîn girîng in bo avakirin û berdewamiya zincîra xurekê (bi înglîzî:
food
chain
) di habîtatê de.
Di
koendama herisê
ya ajalan de ji bo heriskirina
selulozê
enzîm tune. Ajalên kawêjker (bi înglîzî:
ruminant animals
) ên wekî pez û dewar bi alîkariya bakteriyan, selulozê diherisînin. Wekî mînak, di ûrika çêlekan de hin bakterî hene, gava çêlek giha dixwe, bakterî seluloza xaneyên giha hildiweşînin û diguherînin bo asîdên çewrî û
asîdên amînî
Ev herdu cor asîd jî xurekên binyatî ne. Wekî mînak, çêlek van xurekan ji bo çêkirina şîr bi kar tînin.
Gellek corên bakteriyan di ava çem û golan de dijîn. Dibe ko di nav avê de bi hejmareke hindik bakterî hebin. Ji ber hebûna hinek bakteriyan, mirov nikare bibêje ew av qirêj e û divê neyê bikaranîn. Lê heke di avê de bakteriyên wekî
E.coli
hebin, dibe ko ev avek qirêj be. Habîtata bakteriyên
E.coli
coga herisê ya mirov û ajalan e. Di avê de hebûna E. Coli, destnîşan dike ko paşmayiyên ji destavê (tualet) têkilê avê bûne. Herçiqas
E.coli
ji bo mirov hokara nexweşiyê nebe jî, hebûna
E.coli
, egera hebûna bakteriyên din ên patojen (zîndewerên dibin sedema çêbûna nexweşiyê) zêde dike, loma ava ko tê de bakteriyên
E.coli
hene, wekî ava qirêj tê hesîbandin.
Bakteriyên nav axê, madeyên cihêreng diguherînin bo humus û mîneralan, bi vî awayî pêkhateya axê diguherînin û bandor li ser karlêkên biyokîmyayî dikin. Elementên wekî karbon, nîtrojen û sulfur ji aliyê bakteriyan ve, ji awêteyên gaz ên neendamî ve tên guhertin bo madeyên sûdbexş û ji aliyê riwek û ajalan ve tên bikaranîn.
Metabolizma
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Tevahiya karlêkên biyokîmyayî yên di xaneyê de rû didin, wekî metabolîzma tê navkirin. Dibe ko hin karlêk ji bo hilweşandina awêteyan û bidestxistina enerjiyê rû bide, an jî dibe ko hin karlêk ji bo çêkirina awêteyên nû kar bikin û enerjî xerc bikin.
Henaseya xaneyê
genîn
fotosentez
, kîmosentez mînakên serekî ne ji bo metabolîzmaya bakteriyan. Herwisa ji bo geşebûna bakteriyê û berdewamiya jiyana wê, xebatên ji bo wergirtin û bikaranîna awêteyên endamî û neendamî jî beşek metabolîzmayê ye.
24
Corên henaseya xaneyê di bakteriyan de
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Li gor pêwistiya oksîjenê 3 cor bakterî hene:
Bakteriyên nehewayî neçarî (bi înglîzî:
obligate anaerobe
): Divê di hawirdora wan de oksîjen tune be. Ev bakteriyan tenê di hawirdora bêoksîjenî de dijîn. Wekî mînak, bakteriyên
Clostridium tetani
Clostridium botulinum
di hebûna molekula osîjenê de dimirin, loma divê di hawirdora van bakteriyan de oksîjen tune be.
24
Bakteriyên nehewayî neçarî bi karlêkên nebahenaseya xaneyê
ATP
bi dest dixin. Bakterî di karlêkên nebahenaseyê de, di kotahiya
zincîra guhaztina elektronan
de li dewsa oksîjenê, madeyên wekî CO
, NO
û SO
2–
wekî wergirê elektronan bi kar tînin.
Bakteriyên nehewayî hilbijêrer (bi înglîzî:
facultative anaerobe
): Di hebûn û tunebûna oksîjenê de dijîn. Bakteriyên nehewayî hilbijêrer di hebûna oksîjenê de, bi bahenaseyê ATP berhem dikin. Lê heke di hawirdorê de oksîjen tune be, vê gavê bi rêçeya
genînê
(bi înglîzî:
fermentation
) ATP berhem dikin. Wekî mînak,
Escherichia coli
bakteriyên nehewayî hilbijêrer in.
25
Bakteriyên hewayî neçarî (bi înglîzî:
obligate aerobe
): Divê di hawirdora bakteriyan de hertim bi têra xwe oksîjen hebe. Bakteriyên hewayî neçarî, bi
bahenaseyê
ATP berhem dikin. Wekî mînak
Mycobacterium tuberculosis
bakteriyek hewayî neçarî ye û di coga henaseya mirov de cih dibin.
Xwarin
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di warê metabolîzmayê de di navbera bakteriyan de gelek cudahî hene. Bi taybetî, rêçeyên bi destxistina enerjî û karbonê li cem bakteriyan de corbicor in. Hin bakterî xwejîn in (bi înglîzî:
autotroph
), karbona xwe ji karbona dîoksîda neendamî dabîn dikin. Zîndewerên xurekên endamî ji awêteyên neendamî çêdikin, wekî zîndewerên berhemhên (bi înglîzî:
producers
) tên navkirin. Hin corên bakteriyan, hin corên protîstan,
kevz
û riwek berhemhên in.
Gellek corên bakteriyan jî xwenejîn (bi înglîzî:
heterotroph
) nin, karbona xwe ji awêteyên endamî bi dest dixin. Zîndewerên xurekên xwe ji zîndewerên din an jî ji awêteyên endamî dabîn dikin, wekî zîndewerên bikarhên (bi înglîzî:
consumers
) tên navkirin.
Li gor rêbaza dabînkirina enerjiyê, bakteriyên xwejîn du cor in; bakteriyên ronahiyexwejîn û bakteriyên kîmîkexwejîn.
16
Bakteriyên ronahiyexwejîn (bi înglîzî:
photoautotrophs- phototrophic bacteria
), enerjiya ronahiyê ji bo çêkirina molekulên endamî bi kar tînin. Ango bakteriyên fotosentezî, berhemhênên ronahiyexwejîn in. Sîyanobakterî di fotosentezê de
klorofîla a
-yê ji bo mijîna ronahiyê û H
O jî ji bo danerê elektronan bi kar tînin. Oksîjen jî wekî madeya bermayî peyda dibe.
26
Bakteriyên sulfure yên binefşî û kesk jî di fotosentezê de, ji bo mijîna tîrojên ronahiyê bakteriyoklorofîl, ji bo danerê elektronan jî H
S bi kar tînin. Di fotosenteza van bakteriyan de sulfur wekî madeya bermayî çêdibe.
27
Bakteriyên kîmîkexwejîn (bi înglîzî:
chemoautotrophs - chemosynthetic bacteria
), enerjiya xwe ji oksandina madeyên neendamî bi dest dixin. Bakteriyên kemîkexwejîn enrjiya xwe bi rebaza kimosentezê dabîn dikin. Wekî mînak, bakteriyên nîtrîtkirinê, bi oksandina amonyak an jî nîtrîte enerjî dabîn dikin.
26
Hin bakterî enerjiyê ji awêteya endamî bi dest dixin, ji van bakteriyên kîmîkexwejînan re bi înglîzî “
chemoorganotrophs
” tê gotin, ango bi kurdî kîmîkeendamexwejîn. Hin bakteriyên kîmîkexwejîn jî enerjiyê ji awêteyên neendamî dabîn dikin, ji van bakteriyan re jî tê gotin kîmilîtoxwejîn (bi înglîzî:
chemolitotrophs
16
Bakteriyên xwenejîn jî du cor in; ronahiyexwenejîn (bi înglîzî: photoheterotrophs) û kîmîkexwenejîn (bi înglîzî:
chemoheterotrophs
).
Bakteriyên binefşî yên nesulfurî (bi înglîzî:
purple nonsulfur bacteria
) karbonên xwe ji zîndewerên din dabîn dikin, lê enerjiya xwe, bi klorofîl û pîgmentên din ên fotosentezê, ji tîrojên rojê werdigirin.
28
Piraniya bakteriyan, kîmîkexwenejîn in. Hem ji bo çavkaniya karbonê, hem jî ji bo enerjiyê, molekulên endamî bi kar tînin. Gelek ji bakteriyên kîmîkexwenejîn karbon û enerjiya xwe ji tiştên mirî bi dest dixin, ji van bakteriyan re tê gotin genîxwer (bi înglîzî:
saprophyte
). Bakteriyên nexweşker (patojen) jî kîmîkexwenejîn in.
Hin ji bakteriyên kîmîkexwenejîn jî bo xanexwê ya xwe sûdbexş in. Wekî mînak,
E.coli
hemû pêdiviyên xwe ji xurekên mirov bi dest dixin. Lê bakteriyên
E.coli
vitamînên wekî B2 û K2 berhem dikin, laşê mirov ji van vîtmînan sûd digire.
28
Pirbûn û geşebûna bakteriyan
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di piraniya bakteriyan de zanyariyên bomaweyî di tek kromozomek bazineyî de cîh digirin. Bakterî bi kromozomek nikare bi dabeşbûna miyozî gamet çêbike.
Loma bakterî bi gelemperî bi
dabeşbûna nîvekî
(bi înglîzî:
binary fission
) zêde dibin. Dabeşbûna nîvekî corek
pirbûna nezayendî
ye. Ango ji bilî
mutasyonan
, bakteriyên nû kopiyên hev in.
Ji bo dabaşbûnê, divê xaneya bakteriyê bi têra xwe geşe bibe û derfetên jîngehê jî guncav bin.Pêşî
ADN
-ya bakteriyê duhende dibe û her ADN-yek ber bi cemserek xaneyê ve tê kişandin, paşê
parzûna xaneyê
û dîwarê xaneyê ber bi nav sîtoplazmayê dirêj dibin û
sîtoplazmayê
dabeşê du paran dikin. Bi vî awayî du xaneyên nû peyda dibe, ji van xaneyan re tê gotin xaneyên keç (bi înglîzî:
daughter cells
). Xaneyên keç kopiyên hev in.
29
Gelemperiya bakteriyan bi dabeşbûna nîvekî pir dibin.
Pirbûna bakteriyan a bi dabeşbûna nîvekî pir bilez e. Dibe ko bakterî her 20 xulekan de carek dabeş bibe û hejmara xwe bike du qat.
12
Wekî mînak, dibe ko bi şeş dabeşbûnên li pêy hev (di du saetan de) hejmara bakteriyê, ji yekî zêde bibe bo 64 bakteriyan.(1,2,4,8,16,32,64). Ango dibe ko di çendan rojan de hejmara bakteriyê bigihêje milyaran. Lê di rastiyê de pirbûna bakteriyan bêdawî û bêsînor nîn e. Wekî mînak, bakteriya
Escherichia coli
di laboratuvarê de di bin şert û mercên îdeal (guncav) de, dikare serê 20 xulekê carek dabeş bibe û hejmara xwe zêde bike. Rûviyên mirov ji bo
E.coli
jîngeha siruştî ye.
E.coli
di rûviyên mirov de di 12 heta 24 saetan carek dabeş dibe.
30
Ango ji bo bakteriyan şertên hawirdorê hertim bi awayekî %100 guncav nîn e.
Gava di jîngehek de hejmara bakteriyan zêde dibe, tengasiya xurekan rû dide an jî paşmayiyên bakterî li jîngehê kom dibin û bakterî bi jehrê dikevin. Hin caran jî ji bo hemû bakteriyan cih namîne, an jî bakterî ji aliyê zîndewerên din ve tên nêçîrkirin û hwd. Ango pirbûna bakteriyan ji ber berteka jîngehê, bisinor e.
30
Li gel dabeşbûna nîvekî, hinek bakterî jî bi
gopikkirin
(bi înglîzî:
budding
) û parçebûnê (bi înglîzî:
fragmentation
) pir dibin.Di pirbûna bi gopikkirinê de, piştî duhendebûna ADN-yê, beşek xaneyê ber bi derve gir dibe. Piraniya bakteriyên gopikkirinê, piçek ji sîtoplazmaya xwe ber bi derveyê xaneyê dirêj dikin û xaneyek nû çêdikin. Di gopikkirinê de xaneya keç ji xaneya makê piçûktir e, lê zanyariyên bomaweyî di herdu xaneyan de jî heman in. Bakteriyên ji tuxma (bi înglîzî:
genus
Caulobacter
, tuxma
Hyphomicrobium
û tuxma
Stella
mînak in bo bakteriyên gopikkirinê.
31
Hin bakteriyên ji liqa siyanobakteriyan, bi şêweyî parçebûnê pir dibin. Di parçebûnê de di nav xaneya makê de dîwerên xaneyê tên avakirin, xane tê dabeşkirin bo çendan xaneya.
28
Peyva girbûna bakteriyê (bi înglîzî:
bacterial growth
) ne tenê ji bo xaneyek bakteriyê, lê ji bo hejmar û qabareya bakteriyên koloniyê tê bikaranîn. Bakterî gava di hawira destkarî de, wekî mînak, gava di laboratuvaran de, di firaqên Petrî de tên çandin, bakteriyên keç ji hev dûr nakevin. Her ko dabeşbûn didome ji tek bakteriyek loda bakteriyên bi şêweyê çerxî ya bi çavê tazî tê dîtin, peyda dibe, ji vê koma bakteriyan re tê gotin kolonî (bi înglîzî:
colony
). Hemû bakteriyên koloniyê heman kopiyê ADN-yê lixwe digirin.
17
Endospor (spora navekî)
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Gotara bingehîn:
Endospor
Endospor di nav xaneya bakteriyê de, bi bergê stûr, bi bergiriya qayim û di qonaxa bêdengî de çêdibe.
Gava di hawirdorê de xurek pir hindik dibe, an jî hawirdor bi awayekî neasayî pir germ dibe, an pir sar dibe, ziwa dibe, an jî pêkhateya kîmyayî ya hawirdorê bi awayekî neyînî biguhere, hin bakterî li dij van guherînên hawirdorê bertek nîşan didin. Di nav xaneya bakteriyê de, bi bergê stûr, bi bergiriya qayim û di qonaxa bêdengî de xaneyek tê çêkirin ji vê pêkhateyê re tê gotin endospor an jî spora navekî (bi înglîzî:
endospore
).
29
Hemû bakterî endospor çênakin, bi gelemperî di nav bakteriyên Gram pozîtîv de çêbûna endospor hê pirtir rû dide.
32
Di dirêjiya pêvajoya endosporê de bakterî di qonaxa mitbûnê (bi înglîzî:
dormant state
)de ye,
28
bakterî ji bo demek dirêj bêyî bidestxistina xurek û av, bêdeng dimîne. Bi kurtî, bakterî bi çêkirina spora navekî, xwe ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêzin.
33
Hejmara bakteriyê bi endosporê pir nabe, tenê xwe ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêze. Gava şert û mercên hawirdorê ji bo bakteriyê guncav bûn, bakterî ji endosporê diguhere bo xaneya asayî.
Pêwendiyên bakteriyan bi zîndewerên din ve
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Bakterî bi zîndewerên din re di nav têkiliyê de ne. Wekî mînak, bakteriyên li reg û pelên riwekan de dijîn, xurekên xwe ji riwekê dabîn dikin. Lê li gel bidestxistina xurekê, bakterî jî hin made berhem dikin û derdidin.
Riwek
bi wan madeyan ji patojenan tên parastin. Lê belê hin corên bakteriyan jî ji bo riwekan patojen in. Çawa ko hin bakterî ji bo mirov û ajalên din hokarên nexweşiyê ne, bi heman awayî, hin bakterî jî nexweşiyê tûşê riwekan dikin. Ango dibe ko hevkariya bakteriyan bi zîndewerên din re bi erenî an jî bi awayekî neyînî be.
Koma zîndewerên ko ji heman corê ne û di herêmek diyarkirî û sinordarkirî de dijîn, wekî komeleya zîndeyê (bi înglîzî:
population
) tê navkirin.
34
Wekî mînak, bakteriyên
E.coli
di rûviyê mirov de dijîn, koma
E.coli
, wekî komeleya zîndeyî ya
E.coli
tê navkirin.
Di herêmek diyarkirî û sinordarkîrî de hebûn û karlêkirina koma komeleyên zîndeyî yên ji hev cuda, wekî komelgeha zîndeyê (bi înglîzî:
community
) tê navkirin.
35
Li ser çermê mirov de gelek komeleyên zîndeyî yên bakteriyan hene û di çerm de komelgeha zîndeyî pêk tînin. Wekî mînak, bakteriyên
Staphylococcus epidermidis
staphylococcus aureus
endamên vê komelgehê ne.
Di sîstema jîngehî (bi înglîzî:
ecosystem
) de pêwendiyên komeleyên zîndeyî dibe ko bi awayekî hevkarî be û ji bo komeleyên zîndeweran sûdbexş be, an jî bi awayekî pêşbirkî be.Di pêwendiyên pêşbazîyî (pêşbirkî) de, di komelgeha zîndeyî de, di navbera komeleyên zîndeyî de ji bo bidestxistina xurek, oksîjen, ronahî û hwd de hevrikî heye.
Di komelgeha zîndeyî de, karlêkirinên (pêwendiyên) di navbera zîndewerên bi corên cuda yên komelgehê de, wekî sîmbiyoz (hevguzeranî) tê navkirin. Karlêkirina hevguzeranî dibe ko herî kêm ji bo corek zîndewerê sûdbexş an jî ziyanbexş be. Di sîmbiyoza (bi înglizi:
symbiosis
) bakteriyan de bi gelemperî çar cor karlêkirin rû dide.
Sûdgorke (bi înglîzî:
mutualism
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Heke di karlêkirina sîmbiyozê de, herdu cor jî ji vê hevratiyê sûd bigirin, ev hevguzeranî wekî sûdgorke (mutualîzm) tê navkirin.
33
Wekî mînak, di navbera mirov û hin çeşîdên bakteriya
E.coli
de hevguzeraniya sûdgorke heye.
E.coli
di coga herisa mirov de dijîn û dibin şirîkê xurekên mirov. Coga herisa mirov ji bo bakteriyê hawirdorek ewle ye.
E.coli
hemû pêdiviyên xwe ji xurekên mirov bi dest dixin. Lê bakteriyên
E.coli
vitamînên wekî B2 û K2 berhem dikin û derdidin nav coga herisê. Bi taybetî vîtamîna K2 ji bo çêkirina hokara xwînmeyînê girîng e. Ango hem mirov hem jî bakterî ji vê hevratiyê sûd digirin.
33
Hevjiyanî (bi înglîzî:
commensalism
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Heke di karlêkirina navbera du corên zîndeweran de, zîndewerek sûd bigire lê zîndewera din ji vê bihevrebûnê tu sûd an jî ziyan negire, ev cora sîmbiyozê wekî hevjiyanî (komensalîzm) tê navkirin. Wekî mînak, bakteriyên bi navê
Staphylococcus
epidermidis
li ser çermê mirov de dijîn û bi xaneyên mirî yên çerm xwedî dibin. Bakterî ji ber ko xurek bi dest dixe ji vê sîmbiyozê sûd digire. Lê çalakiya bakteriyan tu bandor li ser mirov nake. Jixwe heke bakterî wan xaneyên mirî nexwariya jî, xane ji çerm diweşiyan.
33
Mişexwerî (bi înglîzî:
parasitism
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di corek sîmbiyozê de zîndewerk ji karlêkirinê sûd digre, lê ziyan digihîje ya din. Ev sîmbiyoz wekî mişexwerî (parazîtîzm) tê navkirin. Têkiliya navbera mirov û bakteriyên patojen, mînak e bo hevguzeraniya mişexwerî. Ji ber ko bakteriyên patojen laşê mirov dagir dikin, madeyên jehravî derdin û mirov bi nexweşiyê dixin, bakteriyên hokarê nexweşiyê, wekî mişexwer tên hesibandin. Nexweşiyên wekî tetenoz (bi înglîzî:
tetanus
), tuberkuloz (bi înglîzî:
tuberculosis
) ji ber karlêkirina mirov û bakteriyan rû didin.
Amensalîzm (bi înglîzî:
amensalism
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Yek ji corên sîmbiyozê jî amensalîzm e. Di amansalîzmê de ji karlêkirina di navbera du komeleyên zîndeyî de, komeleyek a dinê dikuje, lê ew bixwe ji vê sîmbiyozê sûd an jî ziyan nagire. Wekî mînak, bakteriyên bi navê
Lucilia sericata
li ser çermê mirov de dijîn û proteînek bakterikuj berhem dikin û derdidin. Ev proteîn bakteriyên bi navê
Staphylococcus aureus
têk dişkînin.
Staphylococcus aureus
jî li ser çermê mirov dijîn û ji bo mirov patojen in (hokarê nexweşiyê ne). Têkşikestina
Staphylococcus aureus
tu bandorek li ser jiyana
Lucilia sericata
nake.
33
Bakterî û çerxa nîtrojenê
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Gotara bingehîn:
Çerxa nîtrojenê
Bakterî li gel molekula nîtrojena atmosferê, dikarin hemû şiklê nîtrojenê bi kar bînin.(NO
,NO
,NH
û N
Çerxa nîtrojenê pênc karlêkên sereke lixwe digire: çespandina nîtrojenê, nîtrîkirin, amonîkirin, asîmîlekirin, û dijenîtrîkirin.
15
Di hemû karlêkan de bakterî kar dikin.
Hin bakterî dikarin ji atmosferê molekula nîtrojena serbest (N
) bigirin û biguherînin bo awêteyên nîtrojenî yên wekî amonyak (NH
), nîtrît (NO
) û nîtratan (NO
). Li ser rûyê erdê, zêdetirê ji %90ê çespandina nîtrojenê, ji aliyê bakteriyan ve pêk tê. Bakterî li gel molekula nîtrojena atmosferê, dikarin hemû şiklê nîtrojenê bi kar bînin.(NO
,NO
,NH
û N
).
15
Bakteriyên çespandina nîtrojenê, bi navbeynkariya
enzîm
û ATP-yên xwe, sê bendên navbera atomên molekula nîtrojenê dişkînin û atomên nîtrojenê ji bo çêkirina amaonyakê (NH
) bi kar tînin. Paşê amonyak jî tê guhertin bo amonyum (NH
) û nîtratê (NO
) ev herdu xweyên nîtrojenî di avê de dihelin. Riwek, NO
û NH
bi regên xwe dimijînin û ji bo çêkirina awêteyên endamî yên nîtrojenî, bi kar tînin. Ango ji bo riwekan çavkaniya nîtrojenê, awêteyên neendamî yen nîtrojenî ne. Bakteriyên ji xêzana
Nitrosomonas
, bo karlêkên kemosentezê, NH
-yê oksan dikin bo nîtrîtê (NO
). Nîtrîta oksandî jî ji aliyê bakteriyên xêzana
Nitrobacter
ve tê oksandin bo nîtratê (NO
). Nîtrat ji aliyê riwek, karok û bakteriyan ve bi çendan rêçeya tê asîmîlekirin û ji bo çêkirina awêteyên endamî tê bikaranîn.Di nav hin axan de bakteriyên nîtrîkirinê kêm in, ji bo van axan, bo berhemanîna madeyên nîtrojenî, çavkaniya sereke amonyakirin e.
14
Miriyên riwek û ajal di axê de dirizin. Rizîna wan bi gelemperî ji ber enzîmên hin corên bakterî, karokan e. Ji van zîndeweran re tê gotin zîndewerên rizîker (bi înglîzî:
decomposer
).Bakteriyên rizîker dikarin xane û şaneyên riwek û ajalên mirî têkbişkînin, biherisînin û wekî xurek di zîndeçalakiyên xaneyê de bi kar bînin. Bi zîndeçalakiyên bakteriyan, ji hilweşîna xurekên nîtrojenî yên wekî proteîn, ADN, ARN hwd, wekî madeya paşmayî amonyak peyda dibe. Bakterî amonyakê ji xaneya xwe dûr dixin, amonyak tevlê axê dibe, ji vê kirdarê tê gotin amonyakirin (kirdara berhemanîna amonyakê) Di nav axê de bakteriyên kemosentezî hene, amanonyakê bi kar tînin.
Di kiryara çêkirina molekulên endamî de, tevlêbûna madeyên neendamî wekî asîmîlekirin tê navkirin. Di çerxa nîtrojenê de zîndewer NH
, NH
û NO
ên ko di qonaxên çespandina nîtrojenê, amonyakirin û nîtrîkirinê de hatibûn çêkirin, asîmîle dike bo çêkirina molekulên endamî yên nîtrojenî. Riwek dikarin madeyên nîtrojenî yên neendamî bi regên xwe bigirin û di xaneyên xwe de ji bo çêkirina awêteyên endamî yên nîtrojenî bi kar bînin. Bi asîmîlekirinê, êdî nîtrojen tevlê zîncîra xurekê dibe û bi şêweyî xurekên endamî yên nîtrojenî ji riwekan derbasî ajalan dibe.
Kêmkirina nîtratê (NO
) bo molekula nîtrojenê wekî dijenîtrîkirin (bi înglîzî:
denitrification
) tê navkirin. Di çerxa nîtrojenê de, nîtrojena hatiye çespandin û tevlê madeyên xaneya zîndewerê bûyê, bi alikariya bakteriyan, dubare tê guhertin bo gaza nîtrojenê û tevlê atmosferê dibe.Bakteriyên wekî ji tuxma
Pseudomonas
Clostridium
di karlêkên nebahenaseya xaneyê de ji bo wergirtina elektronan, nîtratê wekî wergira kotahî bi kar tînin, loma nîtrat diguhere bo molekula nîtrojenê.
33
Bomawe
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Kromozoma bakteriyê
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Genên bakteriyan di pêkhateya bi navê kromozoma bakteriyê (bi înglîzî:
bacterial chromosome
) de cih digirin. Bi gelemperî, di xaneya bakteriyê de tek çeşîdek kromozom heye, lê dibe ko ji yekî zêdetir kopiyên wê kromozomê hebe. Hejmara kopiyên kromozoma bakteriyê li gor cora bakteriyê û jîngeha wê ya pirbûnê diyar dibe. Bi gelemperî bakterî yek heta çar kopiyên kromozomê lixwe digirin.
14
Kromozoma bakteriyê di beşa nukleoîd a bakteriyê de bi awayekî şidayî paketkirî ye. Nukleoîd bi parzûnek pêçayî nîn e û rasterast bi sîtoplazmayê ve di têkiliyê de ye.Kromozoma bakteriyê li gel ADN-ya cotşerîdî, gelek proteînên cuda jî lixwe digire.
Kromozoma gelemperiya bakteriyan bi şeweyî bazineyî ye, û ji çend milyon cotên bazan pêk tê. Wekî mînak, kromozoma
Escherichia coli
ji 4,6 mîlyon cotên bazan, kromozoma Haemophilus influenzae jî ji 1,8 mîlyon cotên bazan pêk tê. Bo miqayesekirinê; kromozomek asayî ya mirov zêdetirî 100 mîlyon cotên bazan lixwe digire.
14
Kromozomek asayî ya bakteriyê bi qasî çend hezar genên yekane lixwe digire. Genoma bakteriyan haploîd e. Piraniya kromozoma bakteriyê ji genen kodkirinê bo çêkirina proteînan pêk tê. Ji bilî genên kodkirina proteînan, rêzeya nukleotîdên kromozomê, kar dikin bo duhendebûna ADN-yê, derbirîna genan û pêkhateya kromozomê. Di rêzeya nukleotidan de beşa destpêka duhendebûnê (bi înglîzî:origin of replication) jî cih digire.
14
Di pêkhateya kromozoma bakteriyê de proteînên hîstonê tune.
Plazmîd
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di hinek bakteriyan de li gel kromozoma bakteriyê, plazmîd jî heye. Plazmîd parçeyek bazinî ya ADN-yî ye. ADN-ya plazmîdê cotzincîrî ye. Qebareya plazmîdên bakteriya ne yek e. Plazmîdên herî piçûk ji çend hezar cotên bazan pêk tên û yek an jî du genan lixwe digirin. Plazmîdên herî gir, ji 100,000 heta 500,000 cotên bazan pêk tên û dibe ko bi sedan gen lixwe bigirin. Her wekî mîna kromozoma bakteriyê, di plazmîdê de jî despêka duhendebûnê heye û rê dide plazmîdê ko bi tena serê xwe dabeş bibe.
14
Li gor erkên xwe ne yek lê zêdetir corên plazmîdan hene. Bi gelemperî plazmîd di pênc beşan de tên dabeşkirin;
Plazmîdên bergiriyê an jî bi navê din hokarên R (bi înglîzî:
R factors
): Di van plazmîdan de ji bo dabînkirina bergiriya li dij jehran û dijezindeyiyan genên taybet hene.
Plazmîdên hilweşîner (bi înglîzî:
degradative plasmid
): Bakterî bi genên van pîlazmîdan madeyên neasayî hildiweşîne û ji bo metabolîzmaya xwe bi kar tîne.
Plazmîdên kol (bi înglîzî:
col-plasmids
): Genên ji bo kodkirina kolîsînan (bi înglîzî:
colicins
) lixwe digirin. Kolîsîn proteînên taybet in, bo kuştina bakteriyên din tên bikaranîn.
Plazmîdên vîrulans: Genên van plazmîdan bakteriyê diguherine bo bakteriya tuşker (patojen)
Plazmîdên bipîtî an jî hokarên F (bi înglîzî:
fertility plasmids- F factors
): Bi rêbaza konjugasyonê, bi van plazmîdan, genên bakteriyek tê guhaztin bo bakteriya din.
Guhaztina genan di navbera bakteriyan de
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di xwezayê de guhaztina genan ji zîndewerek bo zîndewera din gelek girîng e û dibe sedema peydabûna guhertoyên nû. Guhaztina genan bi du awayî rû dide, bi guhaztina stûnî û bi guhaztina asoyî. Di guhaztina stûnî de gen ji bavanan diguhazin bo weçeyê.
28
Di
pirbûna zayendî
de gen bi stûnî tên guhaztin. Wekî mînak, mirov genoma xwe ji dê û bavê xwe digire, ango di genoma zarokê de hem genên bavê hem jî genên dayikê cih digirin. Zarok dibe ko piçek bişibe bavê xwe an jî diya xwe, lê zarok kopiyên dêûbavên xwe nîn in.
Bakterî bi
pirbûna nezayendî
zêde dibin, loma piştî dabeşbûna nîvekî, ji makexaneyek du xaneyên kopiyên hev peyda dibe. Ango makexane û xaneyên keç kopiyên hev in, bi pirbûnê, di bakteriyan de çeşîddariya bomaweyî rû nade. Ji xeynî mutasyonan, guhaztina genan a bi şêweyî asoyî jî di genoma bakteriyan de guherîn çêdike, bi vî awayî guhertoyên (bi înglîzî:
variant
) nû peyda dibe.
Di guhaztina genan a asoyî (bi înglîzî:
horizontal gene transfer
) de, genên nû ji bavanan derbasî wêçeyê nabin, gen di navbera zîndewerên hemî corê de tên guhaztin an jî di navbera zîndewerên ji corên cuda de tên guhaztin. Di bakteriyan de di navbera xaneya daner û xaneya wergir de guhaztina genan bi yek aliye, ango xaneya wergir parçeyek ADN-yê werdigire, li dewsa wê beşek ji ADN-ya xwe nade bakteriya daner. Bi guhaztina genan her carê xaneya wergir %3 an jî hê kêmtir ji ADN-ya xaneya daner werdigire.
Bakterî dikarin bi sê awayî ji bakteriyek gen biguhazînin bo bakteriyek din; gorankari (bi înglîzî:
transformation
), guhaztinî (bi înglîzî:
transduction
) û konjugasyon (bi înglîzî:
conjugation
).
Di hersê corên guhaztina genan de jî, xaneyek, xaneya daner e (bi înglîzî:
donor
) ji bo guhaztinê gen dabîn dike. Xaneya duyemîn jî xaneya wergir e, genan (ADN) werdigire.
Gorankarî
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Bi kiryara gorankariyê, bakterî bêyî ko bi bakteriyek din ve têkilî ava bike, dibe xwediyê genên nû
Bakteriyek zindî, beşek ADN-ya bakteriya mirî têkilê ADN-ya xwe dike. Bi kiryara gorankariyê, bakterî bêyî ko bi bakteriyek din ve têkilî ava bike, dibe xwediyê genên nû. Ango genên nû ne rasterast ji bakteriyek, lê ji hawirdorê tên girtin. Di gorankariyê de xaneya daner hilweşiyayê û ADN-ya xwe serbest berdaye, xaneya wergir dikare ji derve vê ADN-yê bigire nav xaneyê, û tevlê genoma xwe bike.
Xaneya wergir di laboratuvarê de bi awayekî destkarî jî dikare were hankirin bo wergirtina ADN-yê. Lê di xwezayê de, ji hawirdorê wergirtina ADN-yê ji ber bomaweya xaneya wergir rû dide.Gava li hawirê hejmara xaneyan zêde ye lê xurek sinordar e, ji aliyê xaneyan ve proteînên taybet tên çêkirin. Wekî mînak, proteîna girêdana ADN-yê, ADN-translokaz (bi înglîzî:
DNA translocase
), proteînên cogî yên parzûna xaneyê û endonukleaz. Ji xeynî vana, bakteriyên
Gram negativ
enzîma otolizin (bi înglîzî:
autolysin
) jî çêdikin. Bi vê enzîmê ji bo derbasbûna ADN-yê hin beşên dîwarê derve tê hilweşandin.
Heke ADN-ya serbest a li hawirdora xaneya wergir, bi tesadufî rastê wergirên li aliyê derveyî xaneyê were, bi wergir ve tê girêdan. Paşê, ADN ji aliyê ADN-translokaz ve di nav cogên proteînî de tê guhaztin bo hundirê xaneya wergir. Ji bo piçûkkirina qebareya ADN-yê, enzîma endonukleaz tê bikaranîn. Di vê gavê de dibe ko parçeyek ADN-yê di nav xaneyê de têkilê kromozoma xaneya wergir bibe. ADN-ya ko parçeyên ADN-yên zîndewerên din lixwe digire, wekî ADN-ya dubarepêkhatî (bi înglîzî:
recombinant DNA
) tê navkirin.
33
Kiryara gorankariyê cara pêşîn di sala 1928ê de ji aliyê bakterîzanê brîtanî Frederick Griffith ve hat ragîhandin. Griffith bi xebatên xwe nîşan kir ko bakteriya
Streptococcus pneumoniae
ya nepatojen dikare parçeyên ADN-ya bakteriyek patojen a mirî bigire nav xaneya xwe û tevlê genoma xwe bike, bi vî awayî
Streptococcus pneumoniae
jî biguhere bo bakteriya patojen.
33
Guhaztinî
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Genên bakteriyê bi navbeynkariya bakteriyofajê tê guhaztin bo bakteriya wergir.
Kiryara guhaztinî bi navbeynkariya
bakteriyofajê
de rû dide. Di guhaztinî de ADN-ya danerê di nav bergê proteînî ya bakteriyofajê de tê paketkirin û gava
vîrus
tuşê bakteriyek dibê, parçeya ADN-ya bakteriya danerê, diguhazîne bakteriya wergir. Du corên guhaztinî hene; guhaztiniya gelemperî û guhaztiniya taybet
Guhaztiniya gelemperî
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Guhaztiniya gelemperî (bi înglîzî:
generalized transduction
) ji aliyê bakteriyofajên tundrew (bi înglîzî:
virulent phages
) ve pêk tê.
Bakteriyofajên tundrew bi
çerxa şîbûnêyê
de duhende dibin. Ango di nav xaneya xanexwê de kopiyên bakteriyofajê zêde dibin. Di xaneya bakteriyê de kopiyên ADN-yên vîrusê tên çêkirin û enzîmên taybet, ADN-yan di nav poşere proteînî de paket dikin. Hin caran enzîm li dewsa ADN-yên vîrusê, parçeyên ADN-yên ji kromozoma bakteriyê qetiyane, paket dikin nav poşerê proteînî. Li dawiya dawî xaneya bakteriyê hildiweşe û vîrus belavê hawirdorê dibin. Tevî ko ADN-ya vîrusê di nav poşerê proteînî de tune ye, lê dîsa jî ew wekî bakteriyofajek dikare tûşê xaneyek nû bibe û ADN-ya bakteriya danerê biguhazîne bo bakteriya wergir.
36
Di guhaztiniya gelemperî de parçeyên ADN-ya xaneya xanexwe bi awayekî tesadufî tên paketkirin.
15
Ango guhaztin ne ji bo beşek taybet e, dibe ko her beşek ADN-yê bi vî awayî were guhaztin.
Guhaztiniya taybet
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di çerxa jiyana bakteriyofajê de, duhendebûna bi çerxa têkilbûnê de guhaztiniya taybet (bi înglîzî:
specialized transduction
) rû dide. Gava genoma bakteriyofajê dikeve nav xaneyê, ADN-ya bakteriyofajê têkilê ADN-ya bakteriyê dibe. Genoma bakteriyofajê ji bo demek, di bakteriyê de bêdeng dimîne. Her ko bakterî dabeş bibe, ADN-ya xwe duhende dike. Paşê genoma bakteriyofajê ji ADN-ya bakteriyê cihê dibe û qonaxa çerxa şîbûneyê dest pê dike. Lê gava ADN-ya bakteriyofajê ji kromozoma bakteriyê cihê dibe, hincaran, parçeyek ADN-ya bakteriyê jî bi xwe re dibe. Bi vî awayî dibe ko genek an jî du genên bakteriyê têkilê genoma bakteriyofajê bibin. Dema bakteriyofaj tuşê bakteriyek din dibe, li gel genoma xwe genên bakteriya danerê jî diguhazîne bakteriya nû. Bi vî awayî ji bakteriya daner, gen tên guhaztin bo bakteriya wergir. Ango di guhaztiniya taybet de, genoma bakteriyofajê têkilê kromozoma bakteriyê dibe, gava genoma bakteriyofajê ji kromozoma bakteriyê cihê dibe, tenê genên nezikê xwe, bi xwe re dibe .
Konjugasyon
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Gotara bingehîn:
Konjugasyona bakteriyan
Ne hemû corên bakteriyan, lê gelek bakterî bi konjugasyonê gen diguhazînin.
Konjugasyon kiryara guhaztina genan e ko pêdivî bi temasa rasterast a herdu xaneyan heye. Ji bo konjugasyonê, xaneya daner pîlus çêdike, bi pîlusê, xwe bi xaneya wergir ve girê dide. Bi girjbûna pîlusê herdu xane ber bi hev ve tên kaşkirin, û nezîkê hev dibin. Ji plazmîda xaneya wergir, zîncîrek vedibe û bi navbeynkariya pîlusê derbasî xaneya wergir dibe. Di xaneya daner û ya wergir de zîncîra plazmîdê wekî qalip tê bikaranîn û zîncîra temamker tê çêkirin. Bi vî awayî êdî xaneya wergir jî dibe xwediyê plazmîd. Ne hemû corên bakteriyan, lê gelek bakterî bi konjugasyonê gen diguhazînin. Di bakteriyê de hebûna pîlazmîdê, li dij madeyên jehravî û dijezîndeyî bergirî dabîn dike.
Karlêka bakteriyan li dijî boyaxa Gram
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di hinek bakteriyan de dîwarê xaneyê stûr e û tek qat e, lê di hin bakteriyan de dîwar ji du çînên cuda pêk tê.
Boyaxa Gram an jî boyaxkirina Gram (bi înglîzî:
Gram stain- Gram staining
) di warê bakterîzaniyê de rêbazek rengkirina bakteriyan e ji bo naskirina bakteriyan û meyla tûşbûna bakteriyan. Bingeha rêbaza boyaxkirina Gram, li ser cudahiya di stûriya dîwarê xaneyên bakteriyan de ava bûye.
37
Di hinek bakteriyan de dîwarê xaneyê stûr e û tek qat e, lê di hin bakteriyan de dîwar ji du çînên cuda pêk tê. Li gor karlêka bakteriyê a li dij boyaxa Gram, bakterî du kom in; bakteriyên Gram negativ û bakteriyên Gram pozîtîv.
16
Dîrok
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di sala 1884ê de bijîjkê Danîmarkî yê bi navê Hans Christian Joachim Gram, da nîşankirin ko bi boyaxkirina dîwarê bakteriyê, mirov dikare herdu corên bakteriyan ji hev derxe.
38
Ji ber ko rêbaza boyaxkirinê ji aliyê wî ve hat keşfkirin, ev rêbaz bi paşnavê wî hat navkirin. Rebaza boyaxkirina Gram ji serî heta dawî bi qasî 5 xulekan de rû dide. Ango di demek kurt de mirov dikare encamên taqîkirinê bi dest bixe.
36
Gavên rêbaza boyaxkirinê
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Bakterî li ser şûşeya silaydê tên raxistin.
Silayd li ser agir de tê gerandin û bakteriyên ser silaydê tên sabîtkirin. Bi vî awayê gava boyax an jî av li silaydê tê dilopkirin, bakterî li cihê xwe de dimînin û nalivin.
Boyaxa binefşî ya krîstalî li ser bakteriyan tê dilopkirin, boyax bi qasî xulekek di silaydê de dimîne, paşê silayd bi avê tê şûştin.
Îyod li ser bakteriyan tê dilopkirin. Îyod bi qasî xulekek li ser silaydê dimîne. Îyod bi boyaxa binefşî ya krîstalî ve tê girêdan, û pêkhateyek gir a ji binefşiya krîstalî - îyod peyda dibe. Ji ber qebareya xwe, boyaxa binefşî ya krîstalî di nav dîwarê xaneyê de asê dimîne û xaneyê naterikîne. Di vê qonaxê de hemû xane bi rengê binefşî xuya dibin.
Ji bo bêrengkirina boyaxan, alkol an jî aseton li ser bakteriyan tê dilopkirin. Di vî gavê de boyaxên di dîwarê bakteriyên Gram negativ de, di nav alkolê de reng didin û bakteriyên Gram negatîv bêreng xuya dibin.
Silayd bi avê tê şûştin, paşê bi boyaxa safranî an jî boyaxa fuşîn (bi înglîzî:fuchsin stain) li ser bakteriyan tê dilopkirin û bi qasî xulekek şûn ve silayd bi avê tê şûştin. Bakteriyên Gram negatîv bi boyaxa safranî, bi rengê pembeyî tên boyaxkirin.
Silayd tê ziwakirin û di bin mîkroskobê de tê kontrolkirin.
Encam
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di destpêkê de hemû bakterî boyaxa binefşî ya krîstalî werdigirin. Di bakteriyên Gram negatîv de dîwarê xaneyê ji du çînan pêk tê, dîwarê navî ji peptîdoglîkanê pêk tê lê tenik e. Çîna derweyî ya diwarê bakteriyên Gram negatîv ji çewriyê pêk tê. Alkol (an jî aseton) dîwarê çewerî hildiweşîne. Bi hilweşîna dîwarê derve, boyaxa binefşî ya li ser diwarê navî, ji dîwar cihê dibe û dîwarê tenik, bêreng dike. Lê bi dilopkirina safranînê, dîwarê bakteriyên Gram negatîv safranînê dimijînin û bi rengê pembeyî xuya dibin.
15
Dîwarê xaneya bakteriyên Gram pozîtîv ji peptîdoglîkanê pêk tê, stûr e û boyaxa binefşî ya krîstalî baş dimijîne. Alkol nikare dîwarê stûr hilbiweşîne, lê ava xaneyê kêm dike. Bi kêmbûna ava xaneyê, kunikên (por, qulik) di diwarê xaneyê de tên girtin. Ev rewş rê li ber boyaxa binefşî û îyodê digire ko ji xaneyê dernekevin.
39
Loma heke li ser silaydê ji bakteriyên Gram pozîtiv hebin, bi rengê binefşî an jî şîn xuya dibin.
Bikaranîna rêbaza boyaxkirina Gram
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Ev rêbaz ji bo naskirin û polenkirina bakteriyên nexweşker (patojen) tê bikaranîn. Herwisa ji bo diyarkirina hestiyariya bakteriyan a li dij dijezîndeyiyan jî rêbaza boyaxa Gram tê bikaranîn.
Ji hev derxistina bakteriyên Garm pozîtiv û Gram negatîv, ji bo çareserkirina hin nexweşîyan gelek girîng e. Wekî mînak, dijezîndeyî ya bi navê penîsîlîn, di xaneya bakteriyê de rê li ber çêkirina peptîdoglîkanê digire, loma dîwarê xaneyê tenik dimîne û nikare xaneyê biparêze. Ango, heke bi rêbaza boyaxa Gram were fehmkirin ko hokarê nexweşiyê bakteriyek Gram pozîtiv e, bi bikaranîna penîsîlîn, rê li ber pirbûna bakteriyê tê girtin û saxbûna nexweş hêsantir dibe.
28
Dîwarê derve yê bakteriyên Gram negatîv, bakteriyê ji dijezîndeyiyan diparêze. Dîwarê derve rê li ber derbasbûna dermanan digire, loma li dij dijezîndeyiyan, bergiriya bakteriyên Gram negatîv, li gor yên Gram pozîtîv xurttir e.
30
Bakteriyên nexweşker
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Hin corên bakteriyan, bakteriyên nexweşker (patojen) in, gava tûşê mirov dibin û di laş de pir dibin, nexweşî rû dide. Bi bakterî gava tuşê laşê mirov dibe, bi çendan rêyan mirov bi nexweşiyê dixîn. Hin caran bakterî bi lez dabeş dibin, ji ber qabereya koma bakteriyan, cihê xane û şaneyên laş teng dibe, loma xane û
şane
nikarin xebata xwe ya asayî bi rê ve bibin. Hin bakterî enzîmên herisker der didin, enzîm
parzûna xaneyê
an jî şaneyên laşê mirov diruxîne û lawaz dike. Hin bakterî jî rasterast xane û şaneyan dikujin. Hin caran jî bakterî jehr berhem dikin, jehra bakteriyan dibe ko bibe sedema îflîcbûna xaneyê an jî karlêkên metabolî yên xaneyê têk bişkîne. Herwiha hin bakterî jî, hestiyariya bergiriya laş didin zêdekirin.
40
Hokarên gellek nexweşiyên mirov, bakteriyên nexweşker in. Çend mînakên nexweşiyên bakteriyî vana ne:
Di nav xurekan de hebûna bakteriyên wek
Salmonella
Clostridium
botulinum
dibin sedema nexweşiya bi xurek jehrîbûnê.
Di mirov de nexweşiya kolera ji ber tûşbûna bakteriyên
Vibrio cholerae
rû dide.
Nexweşiya tetanoz (derdekopan) ji ber tûşbûna bakteriya
Clostridium tetani
peyda dibe.
Bakteriyên
Microbacterium tuberculosis
mirov bi nexweşiya sîl (tuberkîloz) dixin.
Li dij bakteriyan, dermanê dijezîndeyî (antîbiyotîk) tê bikaranîn. Dijezîndeyî dixaneya bakteriyê de çar cihên serekî dikin armanc; dîwarê xaneyê, parzûna xaneyê, rêçeya çêkirina asîdên nûkleyî û
rîbozom
. Ev beşên bakteriyê ji beşên xaneyên mirov cuda ne, loma dijezîndeyî li ser xaneyên mirov bandorek neyînî nakin. Lê hin bakterî li dijî dijezîndeyiyan bergirî ava dikin.
41
Polenkirina bakteriyan
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di demên kevn de bakterî li gor hin taybetmendiyên xwe dihatin polenkirin. Wekî mînak;
Karlêka bakteriyê li dij
boyaxa Gram
: hin bakterî Gram pozîtîv in, henek jî Gram negatîv in.
Cihguhertin: Bi gelemperî bakterî cih diguherin. Şêweyê cihgurinê ne yek e.
Sporbûn
: Hin bakterî spor çêdikin ên din çênakin.
Şêwaza xwarinê: Bakterî xurekên xwe çawa bi dest dixin? Li gor xwarinê; bakteriyên xwejîn û xwenejîn hene. Du cor bakteriyên xwejîn hene ronahiyexwêjîn, kîmîkexwêjîn.
Bakterî li gor pêdiviya wan a bi oksîjenê: Gelo pêdiviya bakteriyê bi oksîjenê heye, an na?
Bakteriyên nexweşker û bakteriyên sûdbexş.
26
Şiklê xaneyê: Bakterî dibe ko bi şêweyê gogî, çîlkeyî an jî lûlpeçî bin.
Bakterî li gor xanexwê yê: bakteriyên ajalan, bakteriyên riwekan hwd.
Polenkirina bakteriyan li gor pêkhateya molekulên bakteriyê
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Bi pêşveçûnên di warê bomawezani û nêrînên ser pêkhateya molekulên bakteriyan, pêdivî bi polenkirinek nû çêbû. Di polenkirinên berê de bakterî ne li gor bavanek hevpar û ne li gor rêzeya genên hevşib hatibûn polenkirin, loma gelek kêmasî û şaşiyên polenkirina berê hebû.
Di polenkirina nû ya zanistî de:
Rêzeya asîdên amînî yên proteînên taybet,
Rêjeya bazên guanîn û sîtozîn di rêzeya asîdên nûkleyî de,
Duregkirina asîdên nukleyî, (Du cor bakterî tên bikaranîn, ji her corek bakteriyê zincîrek ADN-yê tê girtin, ji herdu zinciran ADN-yek dureg tê bi destxistin. Di ADN-ya dureg de rêjeya bazên temamker tên diyarkirin. Bazên temamker çiqas pir bin, herdu cor bakterî hê pirtir dişibin hev û dibe ko di demek kurt de ji bavanek hevpar pêk hatibin.)
Rêzeya genoma bakteriyê û bi taybetî di ARN-rîbozomî (16S) de rêzeya genan tê lêkolînkirin.
26
Li gor zanyariyên hatine bi destxistin bakterî tên polenkirin.
Navandina bakteriyan (bi înglîzî:
bacterial nomenclature
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di polenkirina zanistî de navên bakteriyan ji du peyvan pêk tê. Peyva pêşîn navê tuxmê (bi înglîzî:
genus
), peyva duyem jî navê corê (bi înglîzî:
species
) ye. Herdu peyv di nav nivîsê de bi awayekî
îtalîk
(ber bi milê rastê piçek xwar) tên nîşankirin. Navê tuxmê bi tîpa girdek dest pê dike û bi gelemperî bi latînî ye. Navê corê bi tîpên hûrdek tê nivîsandin. Bi gelemperî navê corê, hin taybetmendiyên bakteriyê diyar dike. Wekî mînak, di navê bakteriya
Escherichia coli
de,
Escherichia
navê tuxmê ye,
coli
navê corê ye. Ev bakterî di ruviyên (bi înglîzî:
colon
) ajalên memikdar (şîrder) û balîndeyan de dijî.
Polenkirina zanistî bo
E.coli
Jorecîhan (
domain
Bacteria
Liq (
phylum
Proteobacteria
Pol (
class
Zymobacteria
Kom (
order
Enterobacteriales
Xêzan (
family
Enterobacteriaceae
Tuxm (
genus
Escherichia
Cor (
species
coli
Bakterî di pîşesaziyê de
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Di warê pîşesaziyê de, bi taybetî di pîşesaziya kîmyayî de, di gelek cihan de bakterî tên bikaranîn. Hin mînakên bikaranîna baktariyan wekî yên li jêr in.
Bi karlêkên hin bakteriyan alkol tê oksandin bo asîda asetî û ji wê jî sirke (bi înglîzî:
vinegar
) tê çêkirin.
Bi karlêkên genînê yên hin corên bakteriyên
Clostridium
, bi rêjeyek zêde awêteyên endamî yên wekî aseton û asîda butrî tên çêkirin.
Koma bakteriyên
asîda laktî
yên ji tuxma
Carnobacterium, Enterococcus, Lactobacillus, Lactococcus , Leuconostoc, Oenococcus, Lactobacillus, Lactococcus , Leuconostoc, Oenococcus, Pediococcus, Streptococcus, Tetragenococcus, Vagococcus,
Weissella
di çêkirina penêr, mast, tirşî û hin xurekên din de tên bikaranîn.
42
Herwiha, bakterî û karokên havênê di çêkirina vexwarinên
alkolî
yên wekî
şerab
bîra
de tên bikaranîn.
Li derveyî xaneyên mirov,
hormona însulîn
hormona geşê
di bakteriyan de tên çêkirin û wekî derman tên bikaranîn.
Di çêkirina dijezîndeyî û hin enzîman de jî bakterî tên bikaranîn.Wekî mînak, dijezîndeyî yên bi navê streptomîsîn (bi înglîzî:
streptomycin
) û erîtromîsîn (bi înglîzî:
erythromycin
) bi navbeynkariya bakteriyan tên çêkirin.
43
Hin gavên sereke di dîroka bakterîzaniyê de
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Bakterî cara pêşîn di sala 1676ê de ji aliyê Antony Van Leeuvenhoek (1632-1723) ve hatin dîtin.
44
Leeuvenhoek mîkroskobên bi mezinkirina 50 heta 300 carî çêkir. Heta wê demê di bin destê zanyaran de mîkroskobên wisa tûne bûn. Leeuvenhoek bi van mîkroskoban li gel bakteriyan li ser protîstayan jî xebat kir xebatên xwe di pirtûka bi navê “ajalok” (bi latînî:
animalcules
) de parve kir.
27
Cara pêşîn peyva bakterî di sala 1829ê de ji aliyê zanyarê alman Christian Gottfried Ehrenberg (1795 –1876)  ve bi wateya “gapolê piçûk” hat bikaranîn.
Bijîşkê hungarî Ignaz Semmelweis (1818–1 865) di sala 1861ê de ji xebatên xwe yên li ser mirina jinan ên ji ber taya piştî zarokanînê, diyar kir ko hokarên nexweşiyê ji destên qirêj belav dibe. Loma divê bijîjşk destên xwe baş bişon. Heta wê demê haya mirovahî ji hokarên nexweşiyan tune bû, nizanîbûn ko zîndewrên pir piçûk hene û tûşê mirov dibin.
45
Kîmyagerê frensî Louis Pasteur di sala 1860ê de bakteriyan di hawirdorek destkarî de çand û ji bo xebatên xwe bi kar anî.
46
Ji bilî wê, Pasteur di sala 1879ê de li ser nexweşiya kolereya mirîşkan de xebat kir. Pasteur diyar kir ko hokara nexweşiyê bakterî ye û li dij nexweşiyê kutav (vaksîn) çêkir.
47
Di sala 1876ê de bijîşkê alman Robert Koch (1843-1910) di xebatên xwe de têkiliya bakteriya Bacillus û nexweşiya birîna reş, ango şarbona çêlekan (bi înglîzî:
anthrax
), bi awayekî zanistî îspat kir.
36
Robert Koch wekî damezrînerê bakterîzaniyê tê zanîn. Bakteriya bi navê
Tubercle bacillius
a hokara nexweşiya tuberkulozê (êşa zirav), di sala 1882yê de ji aliyê Koch ve hat keşfkirin. Di heman salan de Koch li ser nexweşiya kolerayê jî xebat kir û diyar kir ko nexweşî, ji ber bakteriyên nav av û xurekên qirêj, tûşê mirov dibe. Ji ber xebatên wî yên li ser nexweşiya tuberkulozê, Koch di sala 1905ê de bi
xeleta Nobelê
ya di warê bijîşkî an jî fîzyolojiyê de hat xelatkirin.
48
Bakterizanê danmarkî Hans Christian Gram (1853-1938) di sala 1882yê de ji bo ji hev derxistina bakteriyan, rêbaza boyaxkirinê keşf kir. Êdî bakterî li gor pêkhateya dîwarên xwe, wekî bakteriyên gram pozîtîv an jî bakteriyên gram negatîv hatin polenkirin.
49
Zanistê alman Paul Ehrlich (1854-1915) û bakterîzanê japon Sahachiro Hata (1873-1938) di sala 1909ê de li dijî nexweşiya sîfîlîsê (bi înglîzî:
syphilis
) dermanê dijebakterî yê bi navê
Salvarsan
çêkirin.
50
Di sala 1928ê de zanistê brîtanî Alexander Fleming (1881-1955) li dij bakteriyan, dermanê dijebakterî (dijezîndeyî) yê bi navê penîsîlînê (penicillin) keşf kir.
32
Di sala 1946ê de du bomawezanistên amerîkî, Joshua Lederberg û Edward Tatum bi xebatên xwe yên li ser
E.coli
de, nişan kirin ko bakterî bi konjugasyonê gen diguhazînin.
51
Girêdanên derve
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Ferhenga Biyolojiyê
Çavkanî
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Kadner, Robert J. and Rogers, Kara. "bacteria". Encyclopedia Britannica, 27 Jan. 2025,
[1]
Accessed 28 January 2025.
"Bacterium - Definition, Meaning & Synonyms"
Vocabulary.com
(bi îngilîzî)
. Roja gihiştinê 15 nîsan 2025
"Definition of BACTERIOLOGY"
www.merriam-webster.com
(bi îngilîzî). 16 sibat 2025
. Roja gihiştinê 15 nîsan 2025
Blount ZD. The unexhausted potential of E. coli. Elife. 2015 Mar 25;4:e05826. doi: 10.7554/eLife.05826. PMID: 25807083; PMCID: PMC4373459.
Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
Hartwell, L. and Al, E. (2017) Genetics : from genes to genomes. Toronto: Mcgraw-Hill Education.
Kadner, Robert J. and Rogers, Kara. "bacteria". Encyclopedia Britannica, 22 Dec. 2024,
[2]
Accessed 17 January 2025.
Linda Bruslind, (2019) General Microbiology. Oregon State Universuty Corvallis, OR.
ISBN 978-1-955101-17-2
Byrgazov K, Vesper O, Moll I. Ribosome heterogeneity: another level of complexity in bacterial translation regulation. Curr Opin Microbiol. 2013 Apr;16(2):133-9. doi: 10.1016/j.mib.2013.01.009. Epub 2013 Feb 14. PMID: 23415603; PMCID: PMC3653068.
Schluenzen, Frank; Tocilj, Ante; Zarivach, Raz; Harms, Joerg; Gluehmann, Marco; Janell, Daniela; Bashan, Anat; Bartels, Heike; Agmon, Ilana (2000-09-01). "Structure of Functionally Activated Small Ribosomal Subunit at 3.3 Å Resolution". Cell. 102 (5): 615–623.
[3]
girêdan daimî miriye
PMID 11007480
Jakob Frimodt-Møller, Thias Oberg Boesen, Godefroid Charbon, Anders Løbner-Olesen,Chapter 14 - Bacterial chromosomes and their replication, Molecular Medical Microbiology (Third Edition), Academic Press,2024,Pages 279-307,
ISBN 9780128186190
[4]
Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
"Peptidoglycan definition and meaning | Collins English Dictionary"
www.collinsdictionary.com
(bi îngilîzî)
. Roja gihiştinê 15 nîsan 2025
Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
Talaro, K.P. and Chess, B. (2012) Foundations in microbiology. 8 th. New York: McGraw-Hill.
ISBN 978-0-07-337529-8
Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
Vonderviszt, Ferenc; Namba, Keiichi (2013).
Structure, Function and Assembly of Flagellar Axial Proteins
(bi îngilîzî). Landes Bioscience.
Y.Tang, M.Hindiyeh, D.Liu, A.Sails, P.Spearman, J.Zhang. Molecular Medical Microbiology (Third Edition),Academic Press,2024,Pages 97-126,
ISBN 9780128186190
[5]
Ruan J, Kato T, Santini CL, Miyata T, Kawamoto A, Zhang WJ, Bernadac A, Wu LF, Namba K. Architecture of a flagellar apparatus in the fast-swimming magnetotactic bacterium MO-1. Proc Natl Acad Sci U S A. 2012 Dec 11;109(50):20643-8. doi: 10.1073/pnas.1215274109. Epub 2012 Nov 26. PMID: 23184985; PMCID: PMC3528567.
Spormann AM. Gliding motility in bacteria: insights from studies of Myxococcus xanthus. Microbiol Mol Biol Rev. 1999 Sep;63(3):621-41. doi: 10.1128/MMBR.63.3.621-641.1999. PMID: 10477310; PMCID: PMC103748.
Yasuo IMAE, Takafumi MIZUNO, Molecular Biology of Bacterial Taxis, Seibutsu Butsuri, 1985, Volume 25, Issue 6, Pages 235-244, Released on J-STAGE May 25, 2009, Online ISSN 1347-4219, Print ISSN 0582-4052,
[6]
M. Abercrombie, M. Hickman, M. L. Johnson, M. Thain.. The new penguin dictionary of biology.Eighth edition (1990)
Jurtshuk, Peter (1996). Baron, Samuel (edîtor).
Bacterial Metabolism
(Çapa 4). Galveston (TX): University of Texas Medical Branch at Galveston.
ISBN
978-0-9631172-1-2
PMID
21413278
Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "facultative anaerobe". Encyclopedia Britannica, 22 Mar. 2023,
[7]
Accessed 8 February 2025.
Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
Trivedi, P.C., Pandey, S. and Bhadauria, S. (2010) Text book of microbiology. Jaipur: Aavishkar.
Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.
Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
The Editors of Encyclopaedia Britannica. "budding bacterium". Encyclopedia Britannica, 20 Jul. 1998,
[8]
Accessed 18 February 2025.
Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall.
ISBN 978-0-13-127384-9
S.W.D. and King, R.C. (2002) A dictionary of genetics. 7th. ed. New York, NY, USD: Oxford University Press.
Hogg, Stuart (2005) Essential microbiology. New York : Wiley, 2005.
Bell, Daniel (10 gulan 2020).
Gram stain
(bi îngilîzî). Radiopaedia.org.
doi
10.53347/rid-77306
The Editors of Encyclopaedia Britannica. "Gram stain". Encyclopedia Britannica, 27 Feb. 2025,
Accessed 18 March 2025.
Tripathi N, Sapra A. Gram Staining. [Updated 2023 Aug 14]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2025 Jan-. Available from:
[9]
Drexler, Madeline; Medicine (US), Institute of (2010).
How Infection Works
(bi îngilîzî). National Academies Press (US).
Doron S, Gorbach SL. Bacterial Infections: Overview. International Encyclopedia of Public Health. 2008:273–82. doi: 10.1016/B978-012373960-5.00596-7. Epub 2008 Aug 26. PMCID: PMC7149789.
Doyle, M.P., Steenson, L.R., Meng, J. (2013). Bacteria in Food and Beverage Production. In: Rosenberg, E., DeLong, E.F., Lory, S., Stackebrandt, E., Thompson, F. (eds) The Prokaryotes. Springer, Berlin, Heidelberg.
[10]
Schraer D.W, Stoltze H.J,(1995). Biology (6th ed.). USA: prentice Hall,
ISBN 0-13-806630-2
Gest, H. (22 gulan 2004).
"The discovery of microorganisms by Robert Hooke and Antoni van Leeuwenhoek, Fellows of The Royal Society"
Notes and Records of the Royal Society of London
58
(2): 187–201.
doi
10.1098/rsnr.2004.0055
Opal SM. A Brief History of Microbiology and Immunology. Vaccines: A Biography. 2009 Nov 10:31–56. doi: 10.1007/978-1-4419-1108-7_3. PMCID: PMC7176178.
Bonnet, M.; Lagier, J. C.; Raoult, D.; Khelaifia, S. (1 adar 2020).
"Bacterial culture through selective and non-selective conditions: the evolution of culture media in clinical microbiology"
New Microbes and New Infections
34
: 100622.
doi
10.1016/j.nmni.2019.100622
ISSN
2052-2975
PMC
6961714
PMID
31956419
Ullmann, Agnes. "Louis Pasteur". Encyclopedia Britannica, 13 Feb. 2025,
[11]
Accessed 16 February 2025.
Stevenson, Lloyd Grenfell. "Robert Koch". Encyclopedia Britannica, 13 Feb. 2025,
[12]
. Accessed 16 February 2025.
Tripathi N, Sapra A. Gram Staining. 2023 Aug 14. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2025 Jan–. PMID: 32965827.
Valent P, Groner B, Schumacher U, Superti-Furga G, Busslinger M, Kralovics R, Zielinski C, Penninger JM, Kerjaschki D, Stingl G, Smolen JS, Valenta R, Lassmann H, Kovar H, Jäger U, Kornek G, Müller M, Sörgel F. Paul Ehrlich (1854-1915) and His Contributions to the Foundation and Birth of Translational Medicine. J Innate Immun. 2016;8(2):111-20. doi: 10.1159/000443526. Epub 2016 Feb 5. PMID: 26845587; PMCID: PMC6738855.
"Joshua Lederberg – Facts"
NobelPrize.org
(bi îngilîziya amerîkî)
. Roja gihiştinê 15 nîsan 2025
Danegehên kontrola otorîteyê
: Neteweyî
Spanya
Almanya
Îsraêl
DYA
Japon
Komara Çekî
Ji "
" hatiye standin.
Kategorî
Bakterî
Biyolojî
Kategoriyên veşartî:
CS1 îngilîzî-language sources (en)
Hemû gotarên bi girêdanên derve yên mirî
Gotarên bi girêdanên derve yên mirî ji nîsan 2025
Gotarên bi girêdanên derve yên daimî mirî
CS1 îngilîziya amerîkî-language sources (en-us)
Pages using ISBN magic links
Pages using PMID magic links
Gotarên bi rêbera BNE
Gotarên bi rêbera GND
Gotarên bi rêbera J9U
Gotarên bi rêbera LCCN
Gotarên bi rêbera NDL
Gotarên bi rêbera NKC
Bakterî
Mijarekê lê zêde bike