Îsraêl - Wîkîpediya
Here naverokê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
ישראל
Îsraêl
מְדִינַת יִשְׂרָאֵל
Ala
Mertal
Sirûd:
Hatikvah
Îsraêl li ser nexşeyê
Paytext
Orşelîm
(1949–)
31°Bk, 35°Rh
Zimanên fermî
zimanê îbranî
zimanê erebî
Zimanên tên bikaranîn
erebiya standard a nûjen
Judeo-Moroccan
zimanê îbranî
Yevanic
Samaritan Hebrew
Rêveberî
komara parlamenter,
dewleta yekpare
Serokdewlet
Yitzchak Herzog (2021 Israeli presidential election, Reuven Rivlin, Partiya Karkerên Îsraêlê, Serokdewletê Îsraêlê, 2021–)
Serokwezîr
Benjamin Netanyahu
(Likud, Yair Lapid, 2022–)
Avakirin
Dema avakirinê
14 gulan 1948 (ragihandina serxwebûna Îsraêlê)
Rûerd
20.770 kîlometre çargoşe
Gelhe
Giştî
9.840.000 (2023)
Demjimêr
Israel Standard Time
Israel Summer Time
Asia/Jerusalem
UTC+2
UTC+3
Hatûçûna ajotinê
rast
Koda telefonê
+972
Malper
Îsraêl
(bi
îbranî
מדינת ישראל
,
lat.
Medinat Jisra'el
; bi
erebî
دولة إسرائيل
,
lat.
Daulat Isrā īl
) dewletekî herêma şamiya başûr a rojavayê Asyayê ye. Welêt li bakur bi
Libnan
Sûriyê
re, li rojhilat bi
Urduna Rojava
Urdun
, li başûrê rojava bi
Şirîta Xezeyê
Misirê
, li aliyê rojava jî bi
Deryaya Navîn
re sinor e.
Welêt di navbera
Deryaya Navîn
û perçeyê bejahiyê ku ji sinorên çend welatan pêk tê cih digire. Îsraêl yekem dewleta cîhanê ye ku pirraniya gelê welêt ji
cihûiyan
pêk tê.
Bi saya plana UNO ya 1947an ji bo parkirina Filistînê û Îsraêl piştî dawiya
bervedariya neteweyên yekbûyî ya ji bo Fîlîstînê
di roja 14ê gulanê 1948an de weke komara parlamenter hate avakirin. Ev plana dewletên yekbûyî ya parkirina Fîlîstînê ji bo avakirina dewleteke îsraêlî û erebî bûyereke sereke bû ji bo çareserkirina wan bamû bûyer û pirsgirêkên li rojhilata navîn, ewên ku heya îro roj jî hêj di berdewam in.
Welatê Îsraêlê piştî
Şerê Cîhanî yê Duyem
yê ku bûya sedema kuştina 6 milyon
cihûyan
li hat damezrandin.
Zimanên fermî yên Îsraêlê
hebrayî
-cîhûkî (îvrît) û
erebî
ne.
Li gorî
rêxistina
NGO ya bi navê
Freedom House
ew tek dewleta demokrasiyê ye li rojhilata navîn (li gorî rewşa sala 2009an).
Herwiha, li Îsraêlê hejmareke mezin kurd jî dijîn, ku ji wan re
kurdên cihû
tê gotin.
10
Nav
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Kevintirîn çavkaniya ku peyva "Îsraêl" bikartîne
dîreka Merenptah
a ji dema
Misira kevnare
ye û îro li
Muzeya Misirî (Qahîre)
tê parastin. Nivîsa li ser tê texmînkirin ku di sala 1211an B. Z. hatiye çêkirin behsa şerekê dike li dijî geleke bi navê Îsraêl.
11
Li gorî etîmolojiya gelan a
tewratê
peyva "Îsraêl" tê wateya "şervanên Xweda".
Yaqûb
vê navê wergirt piştî ku li hemberî dijminekî nediyar biserket. Neslên piştî wî (12 eşîr) weke "zarokên Îsraêlê", "Îsraêlît" an bi kurtasî "Îsraêl" hatin binavkirin. Wek gelek navên samî, ev nav jî ji fîîleke dema bihûrî û navekê pêk tê. Fîîl wek 'şerkirin', nav jî weke 'Xweda' kare bê bi nav kirin.
12
Herwiha, ev pevy kare wek hevok bê fehmkirin jî û li gorî vê yekê tê du wateyan:
Xweda hikm dike / Bila Xweda hikm bike
Xweda (ji bo me) şer dike / Bila Xweda (ji bo me) şer bike
Navê fermî yê welatê ji wir ve tê û weke "Medinat Israêl" derbas dibe.
Navên din ên alternatîv ên ku di dema damezirandina dewletê de dihatin giftûgokirin
Eretz Israêl
Welatê Pîroz
),
Zion
Yûdea
û Yûdeaya Nû bûn.
13
Erdnîgarî
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Îsraêl wekî li ser pireke erdnigarî ya di nava
Asya
Afrîka
de ku li peravê rojavayê ya deryaya navîn e. Li gorî vê yekê ji aliyê erdnigariyê ve dikeve nava Asyaya pêşîn lê ji aliyê jeolojîk ve beşeke Afrîka ye, ji ber ku li ser lewheya qit'eyî ya efrîqî disekine.
14
Li rojavayê, lewheya erebî peyda ye û sînora her dû lewheyan ji Wadiya Urdun pêk tê, ya ku beşeke qelişa mezin a vekirina efrîqî ye. Li bakûrê Îsraêlê Libnan, li bakûr-rojhilata wê Sûriye, li rojhilata wê Urduna rojava û Urdun, li başûr-rojavayê wê Xeze û Misir û li başûrê wê behra sor hene.
15
Dîrok
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Masada
en
he
Piştî salên 1880an de ji welatên Ewropaya Rojhilat ve bo herêma Filistînê koç bûna hinek cihûyan çêdibe.
16
Ji xwe herêma Filistîn ji berê were ji cihûyan herêmeke pîroz bû. Di sala 1897an de yekemîn Kongreya Siyonîst li vê derê hate lidarxistin û di vê kongreyê de banga avakirina welatekî cihû hatiye kirin. Ev herêm di wî demê de di bin kontrola osmaniyan de bû û koça cihûyan her berdewam dikir. Heta sala 1914an hejmara cihûyan gehişte 85 hezar kesan ku ji 12% nifûsa herêmê ji cihûyan pêk dihat.
17
Piştî
Şerê Cîhanî yê Yekem
û ji nav çûna
Împeratoriya Osmanî
Peymana Sykes–Picot
, axa osmanî hate dabeşkirin di navbeyna
Fransa
Brîtanya
da.
Filistîn
bo
Împeratoriya Brîtanî
Brçû.
18
Hîngê Brîtanî gelek harî siyonîsta kirin ji bo damezrandina welatê cihûyan bi rêka
Deklarasiyona Balfour
(1917) û koçberiya cihuyan ji dewletên
Polonya
Romanya
Rusya
hwd û dewletên Ewropî yên dî bo Filistînê berdewam kir. Piştî encamdana
Şerê Cîhanî yê Yekem
, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de
Peymana Versayê
(1919) hate destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Brîtanyayê dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di
Cemiyeta Netewan
de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê
Îraq
Filistîn
dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Jixwe Îsraêl jî di nav herêma Filistînê de bû.
19
Li Filistînê hindî ku hatina cihûyan zêde dibû, nerazîbûnên ereban jî zêde dibûn. Bi rêberiya Muftiyê Qudsê
Emîn El-Huseynî
têkoşîna çekdarî li dijî rêvebirina Brîtanyayê û cihûyan pêkhat. Li sala 1937ê de li Brîtanyayê
Komîsyona Peel
biryarên nû hilgirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistinê dê du dewlet bên avakirin yek ya ereban yek jî ya cihûyan. Ev ji bo cihûyan pêngaveke baş bû. Lê ereban ev yek qebûl nedikir. Li sala 1939ê de jî Hikûmeta Brîtanyêyê biryarên nû wergirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistînê hikûmeteke ereb dê were avakirin û hatina cihûyan bo Filistînê dê were kêm kirin û kontrol kirin. Lê ev biryar jî ji layê cihûyan nehate pejirandin û cihûyan jî dest bi têkoşîna çekdarî kir
20
21
Sala 1947ê de Brîtanyayê pirsgirêka Filistîn û Îsraêlê bir hizûra
Neteweyên Yekgirtî
. Neteweyên Yekgirtî ji bo herêmê planek amade kir û mijdara 1947ê de hate pejirandin. Lê ev plan ji aliyê dewletên Ereb û nûnerên filistînî ve hatin redkirin.14ê gulana 1948ê de Brîtanyayê biryar da ku hemî hêzên xwe ji Filistînê bikêşe.
22
23
Di heman rojê de civaka Cihûyan serxwebûna dewleta Îsraîlê daxuyandin. Ev biryar ji aliyê Rûsya û Amerîkayê hevdem hate nasîn. Li ser biryara civaka cihûyan; hêzên leşkerî yên Misir, Urdun, Iraq, Sûriye û Libnanê dest bi hereketê kirin û ber bi axa Filistînê ve çûn. Lê Îsraêl di vî şerî de serketîtir bû, gelek axa Filistinê ji dewletên ereb stand.
24
Di serêsala 1949ê de di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî di navbera Îsraêl û dewletên ereb de hevpeymanên berdana çekan hate kirin. Nêzîkî 75% axa Filistînê ma di nav dewleta Îsraêlê de, ji
Xeze
bigire heta sinorê Misirê jî ber dewleta Misirê ket, axa mayî
Urduna rojava
jî Urdunê stand.
Quds
jî di navbera Urdun û Îsraêlê de hate parvekirin
25
. Bi vî şerî axa dîrokî ya Filistînê bû sê parçe: Îsraêl,
Urduna rojava
, û
Şirîta Xezeyê
26
Krîza di navbera Misir û Îsraîlê de her roja diçû zêdetir dibû. Binketina şerê 1948ê û krîza Sûveyşê hêj di dilê
Cemal Ebdulnasir
de mabû. Dixwast tola van şeran bistîne û axa Ereban ji Îsraêlê bistîne. Her wisa Îsraêlê jî dixwast hemû Filistînê bixe nav dewleta xwe. Li sala 1967ê de Misirê astenga Akabeyê ji bo rêgirtina sefîneyên Îsraêlî girt.
27
Di vî wextî de Urdun û Suriyeyê bi Misirê hevpeymanên şerî kirin. Di 5 hezîrana 1967ê de hêzên hewayî yên Îsraêlê di çarçoveya
Şerê Şeş Rojan
de hemû hêzên hewayî yên Misirê îmha kirin. Îsraêlê nîvgirava Sînayê,
Kanala Sûveyşê
Orşelîm
Xeze
Urduna Rojava
Girên Golanê
dagir kirin. Lê bi dûçûna peymana Neteweyên Yekgirtî dê Îsraêl ji axên dagir kirî derkeve. Lê dê bi temamî derkeve an ji hindek cihan derkeve zêde aşkera nekiribûn.
28
Li sala 1973ê de Misirê ji nişka ve êrîş bir ser leşkerên Îsraêlî yên li derdora
Kanala Sûveyşê
. Di vî wextî de jî leşkerên Suriyê êrîş bir ser girên Golanê. Bi alikariya
DYAyê
ev rewş guherî û bi serketina Îsraêlê bidawî bû.
29
Şerê Şeş Rojan
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Gotara bingehîn:
Şerê Şeş Rojan
Piştî
Peymanên
Agirbestê
yên 1949, ku di dawiya Şerê Yekem Ereb-Îsraêlî de hatibûn îmzekirin, dijminatiyên di navbera têkiliyên xirab ên Îsraêl û cîranên wê yên ereb de zêde bûbûn. Di sala 1956an de, aloziyên herêmî yên li ser tengava Tîranê ku bi navê
Krîza Sûweyşê
tê zanîn, zêde bûn.
30
Îsraêl ji ber girtina rêyên deryayî yên Misirê ji
keştiyên
Îsraêlê re bi awayê êrîsî Misirê kir, di encamê de
Tengava Tîranê
ji nû ve ji Îsraêlê re hat vekirin û her wiha Hêzên Lezgîn ên Neteweyên Yekbûyî (UNEF) li ser
sînorê
Misir-Îsraêlê hatin bicihkirin. Di mehên beriya destpêkirina Şerê Şeş Rojan a hezîrana 1967an de, alozî dîsa bi awayekî xeternak zêde bûn: Îsraêl helwesta xwe ya piştî 1956an dubare kir ku girtina din a Misirê ya Tengava Tîranê ji keştiyên îsraêlî re dê bibe sedemek
casus belli
31
Di
gulana
1967an de serokê Misirê Cemal Ebdul Nasir ragihand ku tengava Tîranê dê dîsa ji keştiyên Îsraêlê re were girtin. Dûv re wî leşkerê Misirê li ser sînorê bi Îsraêlê re seferber kir û her weha ferman da ku tavilê hemî personelên UNEF vekişin.
32
Ji ber vê helwesta DYAyê dewletên Ereb û
OPECê
embargoya petrolê dana ser dinyayê û bahayê petrolê zêde bûn. 2 sal piştî şer, bi berevaniya DYAyê Sûrî û Îsraêl pêkahtin û Îsraêl ji axên dagirkirî derket. Li sala 1978ê de di navbera Misir û Îsraêlê de hevdîtin hatin kirin û hevpeymana Camp David hate kirin, Bi dûçûna vê hevpeymanê Îsraêl ji nîvgirava Sînayê hêzên xwe vekişand û Misirê jî Îsraêl nasî.
33
Siyaset û rêveberî
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Ev beş hê vala ye.
Tu dikarî
lê zêde bikî
sibat 2026
Têkiliyên bi kurdan re
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Gotara bingehîn:
Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Îsraêlê
Serê têkiliya kurdên Başûrê Kurdistanê û Israiliyan digehe sala 1931ê ku serokê Mossadê Reuven Shiloah li wê tarîxê têkiliyê li gel kurdan ava dike.
34
Piştî avabûna Îsraêlê, Kamiran Alî Bedirxan têkiliya xwe li gel Îsrailiyan ava kir û bi vê rêye kurdên başûrî jî tevlî vê têkiliyê kirin . Her wisa Îran jî navbeynkariya kurdan û cihûyan dike ku têkiliyan bidanin.
35
Têkiliya kurdan û Îsraêlê teqrîben li sala 1963ê destpê dike. Her wisa têkiliya kurdan li gel şahê Îranê jî bi awayekî erênî li sala 1962ê destpê dike.
36
Di şerê 1967ê ku di navbera dewletên Ereb û Îsraêlê de Mele Mistefa Barzanî bêalî dimîne. Ne leşkerên xwe dişîne alîkariya filistîniyan li gor cîhada ereban îlan kirî ne jî li Iraqê dijî leşkerên iraqî çalakiyan lidar dixe.
37
Li sala 1964ê Şîmon Peres û Kamiran Alî Bedirxan hevdîtinekê dikin. Di encamê de Îsraêl di dawiya sala 1965ê de sê efseran dişîne Başûrê Kurdistanê ku perwerdehiya pêşmergeyan bike.
Li sala 1967ê yekem car Mele Mistefa Barzanî seredaneke veşartî dike bo Îsraêlê, seredana duyem li sala 1973ê tê kirin. 28 îlona 1980ê serokwezîrê Îsraêlê daxuyand ku wan alîkariya kurdan kiriye.
38
Serokê Rêxistina Neteweyî ya Cihûyên Kurd li Îsraêlê Haviv Şimoni di daxuyandineke xwe de dibêje ku li İsrailê 90 hezar kurd dijîn.
39
Piştî Peymana Cezayîrê têkiliya kurdan û Îsraêlê kete di bin bêedengiyekê de heta şerê 1991ê.
40
Demografî
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Gelhe
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Belavbûna Xelkên Îsraêl bi Nexşe
Belavbûna Erebên Îsraêl
Di dawiya sala 2011an de jimara gelheya Îsraêlê (teva herêmên îşqalkirî) 7.837.500 bû, ji wan nêzî 5.901.000 cihû (75%) û 1.611.100 jî
ereb
bûn
41
. Lî gorî Texmînan 200.000 heya 500.000 nîfûsen Îsraêl be esle xwe
Kurd
bun.
Li ser
lîsteya welatên serbixwe li gorî jimara gelheyê
Îsraêl di sala 2011an de raya 97em digire (hema piştî
Swîsreyê
). Ji gelheyê nêzî 91% li herêmên bajarî, 25% jî li bajarên mezin ên welêt dijîn. Gelhe her sal 1% meztir dibe, nêzî 70% li herêmên derveyî bajaran jidayikbûne û 30% jî ji 14 saliyan biçûktir in. Bi guraniya gelheyê be, li ser her metrekareyekî 300 kes dijî.
42
Mirov hemwelatiyê bi rêya serlêxistinê an jî bi jidayikbûnê distîne. Bi saya
zagona vegerînê
her cihû kare xwe li Îsraêlê bi cih bike û mafê hemwelatiyê bixwaze.
Nifûs li gorî salan
Sal
Nifûs
±%
1948
872.700
2008
7.412.200
+749,3%
2015
8.463.400
+14,2%
2017
8.796.200
+3,9%
2017
8.654.900
−1,6%
2018
8.891.800
+2,7%
2019
9.093.000
+2,3%
2023
9.840.000
+8,2%
Çavkanî: 2023,
43
kanûna pêşîn sibat kanûna pêşîn tîrmeh îlon
Dîn
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Orşelîm: Paytextê kevnê cihûyan
Îsraêl ji aliyê olî ve xwediyê taybetiyên bêhempa ye, ji ber ku weke navenda sê olên mezin ên cîhanê tê zanîn û lewra bona olên cihûtî, xirîstiyantî û misilmantî warekî pîroz e. Ji bilî vê yekê, Îsraêl tek dewlet e ku ola pirraniya gelheyê cihû ye. Îsraêl dewleteke cihû ye, lê ne dewleteke teokrasî; li wir olên din jî azad in.
Li gorî daxuyaniyên wezareta hindurî ya îsraêlî heta 31'ê berfanbarê 2006'an ji 7,1 mîlyon nîştecîhanên Îsraêlê 80,01% cihû ne, ji van dîsa 94,6% wek cihûyên bi bawer qeydkirî ne.
44
Kesa/kesê ku bavê wê/bavê wî cihûyekî oldar e, bi xwe jî kare xwe wek cihûyeke oldar bi nav bike. Cihûyên oldar ên ku li Urduna rojava dijîn wek 'bê îman' tên hesibandin. Ji xeynî vê yekê, 0,5% cihûyên ku bûne xirîstiyan jî hene û ji wan 4,9% ji aliyê olê ve ne qeydkirî ne. Herwiha, 19,7% ê gelheyê
ereb
in ku ji wan 83% misilman, 8,5% erebên xiristiyan û 8,3%
drûs
û yên din in (
bûdîst
hîndu
samarîtan
).
45
Li gorî
qanûna vegerandinê
46
kesên ku dayika wan cihû ye an jî derbasî ola cihûtî bûne weke cihû têne hesibandin û lewra karin xwe li Îsraelê bi cih bikin. Cihûyên bê bawerî û ateîst jî dikevin nava wan, lê jimara wan ne diyar e.
Çavkanî
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Not
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Wekî
Îsrael
Îsraîl
Îsrayîl
an jî
Îzraîl
jî tê nasîn
Jêder
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Şirîn (1996) English-Kurmanji/Kurmancî-Inglîzî Word List.
Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta (2005). United Bible Societies.
Îzolî, D.
(2007).
Ferheng: kurdî-tirkî, Türkçe-Kürtçe
. Amed: Deng. r. 1146.
Îsrael
Farqînî, Zana
(2004).
Ferhenga kurdî-tirkî
. Stembol:
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
. r. 884.
Îsraîl
Botî, Kamêran Silêman (2006).
Ferhenga Kamêran, Kurdî - Kurdî
. Dihok: Spîrêz. r. 24.
Îsrayîl
Kurdo, Qanatê
(1960).
Ferhenga kurdî-rûsî
. Moskva: Neşirxana Dewletê ya Ferhengêd Zimanê Miletêd Dereve û yê Sovêtîstanê. r. 825.
Îzraîl/Îsraîl
Akram, Susan M., Michael Dumper, Michael Lynk, and Iain Scobbie, eds. 2010. International Law and the Israeli-Palestinian Conflict: A Rights-Based Approach to Middle East Peace. Routledge. p. 119: "UN General Assembly Resolution 181 recommended the creation of an international zone, or corpus separatum, in Jerusalem to be administered by the UN for a 10-year period, after which there would be a referendum to determine its future. This approach applies equally to West and East Jerusalem and is not affected by the occupation of East Jerusalem in 1967. To a large extent it is this approach that still guides the diplomatic behaviour of states and thus has greater force in international law."
"Czech Republic announces it recognizes West Jerusalem as Israel's capital"
The Jerusalem Post | JPost.com
(bi îngilîziya amerîkî)
. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023
chenrechte/38794/demokratische-staaten Belawbûna dewletên demokratîk
, Navenda komara Elmanya ji bo perwerdehiya siyasî, dîtin: 23'ê îlonê 2009
de 2017, 24 de Diciembre.
"Guatemala se suma a EEUU y también trasladará su embajada en Israel a Jerusalén"
infobae
(bi spanî (Ewropa))
. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023
{{
cite web
}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (
lînk
"What was Mandatory Palestine? And why does it matter?"
Time
(bi îngilîzî). Ji
orîjînalê
di 26 gulan 2020 de hat arşîvkirin
. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023
Levine, Robert A.; Tribune, International Herald (7 çiriya paşîn 2000).
"Opinion | See Israel as a Jewish Nation-State, More or Less Democratic"
The New York Times
(bi îngilîziya amerîkî)
. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023
"Israel"
The World Factbook
(bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 18 kanûna paşîn 2023. Ji
orîjînalê
di 9 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin
. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023
Albert Hourani, Arap Halkları Tarihi,r:341
"Fossil teeth place humans in Asia '20,000 years early'
BBC News
(bi îngilîziya brîtanî). 14 çiriya pêşîn 2015
. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023
Finkelstein, Israel (1 kanûna paşîn 1992).
"M. Broshi and I. Finkelstein, The Population of Palestine in Iron Age II, BASOR 287 (1992), pp. 47-60"
BASOR
Arap Halkları Tarihi-Albert Hourani,r:388
Bloch, Abraham P. (1987).
One a Day: An Anthology of Jewish Historical Anniversaries for Every Day of the Year
(bi îngilîzî). KTAV Publishing House, Inc.
ISBN
978-0-88125-108-1
International Dictionary of Historic Places: Middle East and Africa by Trudy Ring, Robert M. Salkin, Sharon La Boda, pp. 336–339
Carmel, Alex; Schäfer, Peter; Ben-Artzi, Yossi (1990).
The Jewish Settlement in Palestine, 634-1881
(bi îngilîzî). L. Reichert.
ISBN
978-3-88226-479-1
Andrews, Fannie Fern (1976).
The Holy Land Under Mandate
(bi îngilîzî). Hyperion Press.
ISBN
978-0-88355-304-6
Albert Hourani,Arap Halkları Tarihi,r:419
Joel Rappel, History of Eretz Israel from Prehistory up to 1882 (1980), vol. 2, p. 531. "In 1662 Sabbathai Sevi arrived to Jerusalem. It was the time when the Jewish settlements of Galilee were destroyed by the Druze: Tiberias was completely desolate and only a few of former Safed residents had returned...."
Macalister and Masterman, 1906, p. 40
"Avalon Project - The Covenant of the League of Nations"
avalon.law.yale.edu
. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023
Cohen, Michael J. (24 sibat 2014).
Britain's Moment in Palestine: Retrospect and Perspectives, 1917-1948
(bi îngilîzî). Routledge.
ISBN
978-1-317-91364-1
"About this Collection | Country Studies | Digital Collections | Library of Congress"
Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA
. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023
Louis, William Roger (1984).
The British Empire in the Middle East, 1945-1951: Arab Nationalism, the United States, and Postwar Imperialism
(bi îngilîzî). Clarendon Press.
ISBN
978-0-19-822960-5
"A/PV.207 of 11 May 1949"
web.archive.org
. 12 îlon 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2007
. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023
{{
cite web
}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (
lînk
"ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl"
www.zeit.de
. Ji
orîjînalê
di 31 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin
. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023
Abramson, Scott (2018), "A Historical Inquiry into Early Kurdish-Israeli Contacts: The antecedents of an alliance", The Journal of the Middle East and Africa, 9 (4): 379–399, doi:10.1080/21520844.2018.1548920, S2CID 150134620
Bishku, Michael B. (2018), Israel and the Kurds: A Pragmatic Relationship in Middle Eastern Politics, vol. 41, Journal of South Asian and Middle Eastern Studies
Minasian, Sergey (2007). "The Israeli-Kurdish relations". 21st Century.
Reisinezhad, Arash (2018), The Shah of Iran, the Iraqi Kurds, and the Lebanese Shia, p. 357,
ISBN 978-3-319-89946-6
Romano, David; Rojhilat, Shivan (2018), Danilovich, Alex (ed.), "Israel's periphery doctrine and the Kurds", Federalism, Secession, and International Recognition Regime: Iraqi Kurdistan, Routledge
Mamikonian, Sargis (2005), Israel and the Kurds (1949-1990), vol. 9, Iran & the Caucasus, pp. 381–399
Bengio, Ofra (2017).
"Has Israel's Support for Kurdistan's Independence Helped or Harmed the Kurds?"
{{
cite journal
}}
Ji bo journal parametreya
|journal=
hewce ye (
alîkarî
The State of Israel, Central Bureau of Statistics, dîtin: 5'ê tîrmehê 2012}}
{{internetquelle| url=
girêdan daimî miriye
ctsheet_Israel_Bevoelkerung_Religionen20121.pdf Factsheet: Israel. Gelhe û Ol, Schweizerischer Israelitischer Gemeindebund (Yekbûna Komelên Îsraêlî-Swîsrî, dîtin: 27'ê sermawêzê 2012
"Israeli population growth slowing as fertility rates continue to fall – report"
. 22 kanûna paşîn 2024.
Israel – Central Bureau of Statistics:
„Statistical Abstract of Israel 2007 – Introduction“
(PDF) r. 1, dîtin: 27'ê sermawezê 2012.
Israel – Central Bureau of Statistics: „Israel in figures 2007“, r. 10 wek
PDF kare bê dîtin
Agahiyên derheqê qanûna vegerê karin li ser vê rûpelê bên dîtin:
Webcitation.org
Girêdanên derve
biguhêre
çavkaniyê biguhêre
Li
Wikimedia Commons
medyayên di warê
Îsraêl
de hene.
Dewletên Asyayê
Azerbaycan
Bangladeş
Behreyn
Brûney
Bûtan
Çîn
Efxanistan
Erebistana Siyûdî
Ermenistan
Filîpîn
Gurcistan
Hindistan
Iraq
Îndonezya
Îran
Îsraêl
Japon
Kamboca
Korêya Bakur
Korêya Başûr
Kuweyt
Laos
Libnan
Malezya
Maldîv
Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî
Mongolya
Myanmar
Nepal
Oman
Pakistan
Qeter
Qazaxistan
Qirgizistan
Qibris
Rûsya
Singapûr
Srî Lanka
Sûrî
Tacîkistan
Taylenda
Taywan
Tirkiye
Tîmora Rojhilat
Turkmenistan
Urdun
Ûzbêkistan
Viyetnam
Yemen
Danegehên kontrola otorîteyê
Navneteweyî
FAST
ISNI
VIAF
WorldCat
Neteweyî
Norwêc
Şîle
Spanya
Fransa
BnF data
Arjentîn
Almanya
Îtalya
Îsraêl
DYA
Swêd
Letonya
Taywan
Japon
Komara Çekî
Awistralya
Vatîkan
Cografî
MusicBrainz area
Akademîk
ORCID
Hunermend
KulturNav
Însan
Trove
Parlemana Keyaniya Yekbûyî
Yên din
Encyclopedia of Modern Ukraine
Historical Dictionary of Switzerland
NARA
SNAC
IdRef
Ensîklopediya Îslamê
Ji "
" hatiye standin.
Kategorî
Avabûnên 1948an li Asyayê
Dewletên endamê Neteweyên Yekbûyî
Dewletên komarî
Dewlet û herêmên ku di 1948an de hatine avakirin
Filistîn
Îsraêl
Şam (herêma erdnîgarî)
Kategoriyên veşartî:
Pages using the Phonos extension
CS1 îngilîziya amerîkî-language sources (en-us)
CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran
CS1 spanî (Ewropa)-language sources (es-es)
CS1 îngilîzî-language sources (en)
CS1 îngilîziya brîtanî-language sources (en-gb)
CS1 maint: bot: original URL status unknown
CS1 errors: missing periodical
Hemû gotarên bi girêdanên derve yên mirî
Gotarên bi girêdanên derve yên mirî ji kanûna paşîn 2021
Gotarên bi girêdanên derve yên daimî mirî
Pages using ISBN magic links
Gotarên ku divê werin berfirehkirin ji sibat 2026
Hemû gotarên ku divê werin berfirehkirin
Gotarên bi beşa vala ji sibat 2026
Hemû gotarên bi beşa vala
Gotarên bi rêbera FAST
Gotarên bi rêbera ISNI
Gotarên bi rêbera VIAF
Gotarên bi rêbera WorldCat Entities
Gotarên bi rêbera BIBSYS
Gotarên bi rêbera BNC
Gotarên bi rêbera BNE
Gotarên bi rêbera BNF
Gotarên bi rêbera BNFdata
Gotarên bi rêbera BNMM
Gotarên bi rêbera GND
Gotarên bi rêbera ICCU
Gotarên bi rêbera J9U
Gotarên bi rêbera LCCN
Gotarên bi rêbera Libris
Gotarên bi rêbera LNB
Gotarên bi rêbera NCL
Gotarên bi rêbera NDL
Gotarên bi rêbera NKC
Gotarên bi rêbera NLA
Gotarên bi rêbera VcBA
Gotarên bi rêbera MusicBrainz area
Gotarên bi rêbera ORCID
Gotarên bi rêbera KULTURNAV
Gotarên bi rêbera Trove
Gotarên bi rêbera UKPARL
Gotarên bi rêbera EMU
Gotarên bi rêbera HDS
Gotarên bi rêbera NARA
Gotarên bi rêbera SNAC-ID
Gotarên bi rêbera SUDOC
Gotarên bi rêbera TDVİA
Rûpelên bi nexşeyan
Îsraêl
Mijarekê lê zêde bike
US